Li Amedê pevçûn: 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di şerê du malbatên xizm de 2 kes hatin birîndarkirin.

Li Taxa Alipaşayê ya Sûrê şeva borî ji ber sedemeke nediyar di navbera du malbatên xizmê hev de şer derket û her du aliyan bi çekan êrişî hevdû kir.

Di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin du nexweşxaneyên cuda.

Hêzên ewlehiyê jî derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir.