Li Amedê di malekê de 16 ziyandîtiyên erdhejê di rewşeke gelek dijwar de dijîn

Amed (Rûdaw) - Li Amedê malbata ku xaniyên wan di erdhejê de giran xisar dîtiye ji ber nebûna derfetan û nebûna xaniyên kire bi du malbatên din re di xanîyek biçûk de di şertên dijwar de dijîn. Endamên her sê malbatan 15 kes in xanîyên wan biçûk e. Her sê malbat jî kes û karê hev in. Ew ji rayedar û xêrxwazan daxwaza alîkarîyê dikin.

Li Amedê bi hezaran welatî ji ber xisarên malen xwe li cîhên cûda cûda dimînin. Beşek zîyandîtiyên erdhejê di konteyneran de dimînin, beşek ji wan bi derfetên xwe pirsgirêkên xwe çareser kirine. Hinek ji wan jî neçar û bêderfet ketine û berî zivistanê dixwazin pirsgirêka wan ya xaniyan çareser bibe.

Li taxa Seyrantepe ya Amedê maleke zîyandîtiyên erdhejên şêşê sibatê, sê malbatên ku kes û kare hev in 15 kes ji ber ku di erdhejê de xanîyên wan giran xisar dîtine malen xwe terikandine û ji nebûna derfetan di malek biçûk de di şert û mercên gelek xirab de bi hevre dijîn û di malbatê de bav, kurê wî û neviyê wî astengdar in û debara wan jî nabe.

Bavê malê Feysel Garbû got “Em du mal, sê mal ketin ser mala lawikê xwe. Bi xwedê vayê serê du sê mehane em tê de ne. Ka dewlet ji me re tiştekî nake. Çavê me jî li dewletê ye. Em dibêjin ha îro ha sibê dê cîh bidin me, cîh jî nadin me. Bi Xwedê em di halê xwe de mane. Bi Xwedê em karekî nakin. Ez bi xwe astengdar im. Hem çavên min nabînin hem jî guhên min nabihîzin. Berê gule li sere min ketibû ez nikarim karekî bikim.”

Dayîka malê jî bale dikşîne li ser halê ku ne tu hal e û ji xêrxwaz û pêwendîdaran daxwaza alîkarîyê dike.

Dayîka malê Zerîfe Garbû dibêje “Em sê mal, 15-16 nifûs di vî xaniyî de ne. Du ode û eva jî mitbax e. Zilamê min astengdar e nexweş e, gedeyl min ê mezin nexweş e, emeliyetkiriye, helana hestiyan pê re heye. Neviyê min nexweş e li erde ye. Ji bo xatirê van nexweş û van astengdarê min ji bo xatirê xwedê pêxember çareyek ji me re bibinin. Em hewar dikin gazî dikin bira denge me here dinyayê.”

Kurê mezin ê malbatê Ferdî di hestiyên xwe de nexweş e. Li gorî ew dibêje berdewam hestiyên wî dihelin û ji ber nexweşiya xwe ya kronîk nikare bixebite jî. Ew me dibe li xanîyê xwe yê xisardîtî digerîne û dibêje.

Lawê malê Ferdî Garbû anî ziman “Ez çûm qaymeqamtiyê, qaymeqam ji min re got deste xwe nede eşya xaniyê te giran xisar e qedexe ye. Me eşyayên xwe dernexist, pişt re em pê hisîyan ku diz ketine mala me tişkî tê de nehîştine. Ne makîna min, ne sarinca min, ne mala min, ne nivînên min, ne derî û pencere tişkî tê de nehîştin. Em aniha di vî halî de li siqaqan mane.”

Li gorî rapora dawî di erdhejên 6ê Sibatê de li Amedê 4 hezar û 612 avahî xisara giran dîtine. Mala malbata Garbû jî yek ji wan avahiyan e ku giran xisar dîtiye. Weke malbata Garbû bi hezaran malbatên ku xaniyên wan giran xisar dîtine berî zivistanê li heviya çarenûseke mayînde ne.