Wan: 18 jin berhemên xwemalî berhem tînin û difiroşin

05-07-2023
RÛDAW
Li navçeya Westanê ya parêzgeha Wanê 18 ji bi hev re karê çandiniyê dikin û berhemên xwe difiroşin bazarê.
Li navçeya Westanê ya parêzgeha Wanê 18 ji bi hev re karê çandiniyê dikin û berhemên xwe difiroşin bazarê.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Wan Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 18 jinên navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ve bi armanca berhemanîneke profsyonel di bin navê Kooperatîfa Jinan a Geşedana Çandiniyê de hêza xwe kirin yek.

Niha mil dane milê hev, bi hev re kar dikin û berhemên cor bi cor berhem tînin. Tevrikên wan li ser milên wan in û qesta zeviyên çandiniyê dikin.

Rabîa Şeker yek ji wan jinên berhemhîner dibêje: “Mijûlbûna bi axê re karekî bêhampa ye. Kareke ku mirov xwe pê rehettir û aramtir hest dike. Di heman demê de, ji ber em berhemên ku berhem tînin bixwe difiroşin, ev yek bo me hem bi qezenctir e û hem kar e. ji ber vê jî em ji halê xwe memnûn in û ti pirsgirêka me nîne.”

Ji fasoliyan heta qeysî, gwîz, hingiv û penîrê navdar ê Wanê 20 cor berheman berhem tînin.

Ew jinên Wanê berhemên xwe bi rêya online bo 4 aliyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dişînin û li bazaran difiroşin.

Markeyeke taybet a wan jî heye û navê girava navdar a Wanê Axtamarê lê kirine.

Seroka Kooparatîfa Jinan a Geşedana Çandiniyê, Aycan Bayazit dibêje: “Me heftiyek berê bi navê Axtamara markeya xwe tomar kir. Em berhemên xwe bi vê markeyê bi rêya sîteya Hep Yerînden ku hevbeş e ligel kooparatîfên li 10 bajarên Tirkiyê, difiroşin her dereke Tirkiyê. Em dixwazin heman ew berhemên xwemalî yên ku em dixwin kesên li bajaran jî sûdê jê bibînin. Me bi vê armancê destpê kir. Herwiha ji bo em di warê aborî de azad bin û piştevaniya malbatên xwe bikin me dest bi vî karî kir.”

Van jinên Wanê di sala 2021an de hizra vî karî kirin û projeyek amade kirin.

Projeya wan ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê ve hat pesendkirin.

Niha ew jin piştevaniyê ji Rêxstina Çandinî û Xorakê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) jî werdigirin û armanca wan ew e berhemên xwe hinardeyî welatên derve jî bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst