Li Erzerom, Qers û Erdexanê hişyariya baranê

05-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, ji bo parêzgehên Erzerom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û hejmarek parêzgehên Tirkiyê hişyariya baranê da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku tê pêşbînîkirin roja 5ê Temûzê li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan, Bolu, Sakarya, Eskişehir, Bursa, Bilecik û Kutahyayê û derdora Çiyayên Torosê baraneke zêde bibare.

Saziya Keşnasiyê dibêje tevî barana gur pileyên germê zêdetir naguherin û li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor demsalê pileyên germê bilind in.

Herwiha li peravên Deryaya Spî û bajarên weke Dîlok, Riha û Mêrdînê ji aliyê başûr ve ba heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mesrûr Barzanî û Michael Waltz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî