Li Batîfayê bi dronan êrîşî pasewanên sînorî kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dije Terora Kurdistanê ragihand, îro piştî nîvro firokeyeke bê firokevan baregeha lîwaya 1 a hêzên pasewanên sînorî yên Herêma Kurdistanê li navenda navçeya Batîfayê kiriye armanc û ew cihê ku hatiye armanckirin PKK lê heye.

Dije Terora Kurdistanê di daxuyaniya îro Çarşemê de her wiha ragihand, “Dron navbera gundên Dukerê û Beruşka Sedûnî yên navçeya Batîfayê ya li ser Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kiriye armanc û li wê herêmê jî çekdarên PKKê hene.”

Dije Terora Kurdistanê ev weke êrîşeke weke “terorîstî” bi nav kir û got, “Ji xeynî ziyana madî, xweşbextane ti ziyanên canî çênebûne.”