Keçeke Kurd li ser asta navçeya Şera ya Efrînê bû yekem

05-07-2023
Hisên Omer
Melek Azad Ebdo
Melek Azad Ebdo
Nîşan Melek Azad Ebdo Şera Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeka Kurd Melek Azad Ebdo ya ji gundê Kefrrûmê yê navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê di ezmûnên pola 9an de li ser asta nahiyeya Şera bû yekem.

Melek Azad Ebdo di xwendina xwe de çîrokeke serkeftinê tomar kir. Di encama ezmûnên pola 9an de Melek Azad ji koka 700 xalî, 684 xal bi dest xistine û li ser asta nahiyeya Şera ya Efrînê yekem derketiye.

Xwendekara Kurd çîroka serkeftina xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re vegot.

Xwendekara serkeftî Melek Azad Ebdo dibêje "Min xwest ji bo bawarnameya pola 9emîn bibim yekem. Ji destpêka salê ve min dema xwe bi rêkxistin dikir, ez gelekî baldarî xwendina xwe bûm, pirsa ku min nezanîbûya ez li ser înternêtê li bersiva wê digeriyam, spas ji Xwedê re ez li ser asta navçeya xwe yekem derketim. Ez vê serkeftina xwe diyarî giyanê bavê xwe dikim û diyarî dayîk û dapîra xwe dikim, ew di warê manewî de gelekî bi min re alîkar bûn."

Li kêlek xwendina xwe, Melek di karûbarên malê de jî alîkariya diya xwe dikir û jiyaneke normal diborandin.

Bavê Melekê li jiyanê nemaye. Diya wê Hemîde Yûsif ji keçeka xwe re piştevan û alîkar bû. Ew bi serkeftina keça xwe şanaz û dilxweş bûye.

Hemîde Yûsif dayika Melekê got "Spas ji Xwedê re Meleka min bi ser ket û di encama keda xwe de yekem anî, înşallah dê serkeftinên din bîne û em pê gelekî kêfxweş in ku yekem anî, înşallah dê her tim yekem be."

Melek her sibeh xwe ji bo çûna dibistanê amade dikir. Ji ber tunebûna dibistana amadeyî li gundê, ew neçar bû rojane biçe bajarokê Şera û vegere.

Li kêlek dayika wê, dapîra wê jî bi dilgermî pêşwaziya wê dikir.

Dabîra Melek Yûsif kêfxweşiya xwe wiha tîne ziman "Maşellah Meleka min zîrek û serkeftî ye, ew ji pola yekem heta niha maşellah pileyên bilind bi dest dixe, her tim li ser asta navçeya Şera dibe yekem, Xwedê ji hemûyan razî be û Xwedê Meleka min Melek Ebdo jî biparêze."

Gundê Kefrûmê li başûrê rojavayê bajarokê Şera û bakurê bajarê Efrînê dikeve. Ew 8 kîlometreyan ji her yekî ji wan dûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst