Parlamenterê YSPê: Bila qedexeya derketina derve ya li Bedlîsê bidawî bibe

05-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Partiya Çepên Kesk (YSP) Huseyîn Olan Bedlîs Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Huseyîn Olan li Parlamentoya Tirkiyê nerazîbûn li dijî qedexeya derketina derve ya li çend navçe û gundên parêzgehê Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê nîşan da û got: “Qedexeyên bê sînor û seranserê rojê, dibin sedema mexdûrbûna gelê me. Em daxwaz dikin desthilat yekser dawiyê li van karên xwe yên derveyî mirovatiyê bîne.”

Roja 2ê Temûza 2023an li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û  Mezra Pisyan ên girêdayî navçeya Xîzanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ve bi hincetên cûda qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Di demekê de ku ew qedexe dibe sedema mexdûrbûna xelkê wan gundan, nerazîbûnên li beramber wê qedexeyê berdewam in.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Bedlîsê Huseyîn Olan roja Sêşemê 4ê Temûza 2023an li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir û bal kişand ser wê qedexeya li gundên Bedlîsê û ji aliyên peywendîdar daxwaz kir ku ew qedexe demildest bê bidawîanîn.

Olan bibîr xist ku rayedar û berpirsên Tirkiyê ji sala 2015an heta Çileya 2020an herî kêm li 11 parêzgeh û 51 navçeyên Bakurê Kurdistanê 381 qedexeyên derketina derve ragihandine.

Huseyîn Olan da zanîn ku ji ber qedexeyên derketina derve di navbera salên 2015 û 2017an de herî kêm 500 hezar kes bi zorê ji cih û warên xwe yên li Bakurê Kurdistanê hatine koçberkirin û got: “Li gor raporeke Netweyên Yekbûyî herî kêm 2 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.”

Parlamenterê YSPê ameje bi wê yekê jî da ku ji ber qedexeyên derketina derve bi hezaran malên welatiyan hatine wêrankirin û got: “Di wêneyên sataleytan de jî hatiye diyarkirin ku mal û tax ji nexşeyê hatine jêbirin.”

Olan tekez kir ku ti hinceteke qebûlkirî ji bo ragihandina qedexeyên derketina derve nîne û got: “Ji ber ku mafê jiyanê, qedexeya îşkenceyê, azadiya takekesî û ewlehî û gelek mafên bingehîn di qedexeyan de tên binpêkirin. Qedexeyên bê sînor û seranserê rojê dibin sedema mexdûrbûna gelê me. Em daxwaz dikin ku desthilat demildest dawiyê li van karên xwe yên derveyî mirovayetiyê bîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir