Xortekî ji Rojavayê Kurdistanê sê car in dibe şampiyon

05-07-2022
RÛDAW
Xortê 16 salî yê ji bajarê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê Elîşêr Xelef
Xortê 16 salî yê ji bajarê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê Elîşêr Xelef
Nîşan Boksing Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xortekî 16 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê cara sêyem e di werzişa boksîng de dibe şampiyonê Sûriyê.

Xortê 16 salî yê ji bajarê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê Elîşêr Xelef roja Yekşemê di lîstika dawiyê ya boksîngê de ku li bajarê Helebê birêve çû, bû şampyonê Sûriyê.

Elîşêr Xelef roja Duşemê beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê ya Dilbixwîn Dara ya Rûdawê bû û anî ziman, “Ez ji 2016an ve diçime vê lîstikê, bavê min ez birim û min gelek kupa li Hesekê û Sûriye bi dest xistin. Îsal ez ê herim Şampiyoniya Asyayê ya Rûsyayê. Şampiyoniya Asyayê di 24ê Tîrmeha 2022an de ye û dê heta 10ê Tebaxa 2022an berdewam bike.”

Elîşêr Xelef her wiha got, “Ez ê bi navê Sûriyê beşdarî wê şampiyoniyê bibim. Li Hesekê rahêner hene lê gelekî kêm in û kevn in, qedrê nadinê.”

Elî Şêr di wê lîstikê de li himber lîstikvanê ji Hemayê Îbrahîm El-Salih lîst û karî biserkeve û bibe yekemê Sûriyê.

Elîşêr Xelef ji Rûdawê re ser behsa rêjeya bokseran kir û got, “Di asta Sûriyê de 14 parêzgeh dilîzin û em di ser 100 lîstikvanî re ne. Ez di wezna 70yî de dilîzim.”

Elîşêr Xelef diyar kir ku li Hesekê derfet gelekî kêm in û alavên werzişê jî bi dest nakevin.

Roja 24ê vê mehê jî Elî Şêr dê bi navê Sûriyê beşdarî Şampiyoniya Zarokên Asyayê bibe ku wê di rojên 24 vê mehê û heta 10 meha bê berdewam dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst