Tora Medyayî ya Rûdawê roja #Xesar_neke radigihîne

05-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Tora Medyayî ya Rûdawê roja çarşemê 6ê tîrmeha 2022an wek rojekê ji bo hişyariya xesarnekirina avê radigihîne. Rûdaw roja çarşemê ji demjimêr 7ê sibehê heta 1ê berbanga roja din, bi berdewamî nûçe û bendên taybet ji bo bilindkirina hişyarkirina parastina samanê avê bi #Avê xesar neke diweşîne.

Hişyariya civakê û karkirina her takekesê civaka mirovatî ji bo parastina jîngehê, bikaranîna dirust a avê û nexesarkirina wê, îro bûye pêwîstiyeke pir girîng. Tora Medyayî ya Rûdawê dixwaze bi temaşevan, guhdar û xwendevanên xwe re beşdarî wê kampanyayê bibe ku dilsozên jîngeh û samanê avê li cîhanê dane destpêkirin.

Li ser vî karê Rûdawê, Berpirsa Peywendiyên Giştî yên Tora Medyayî ya Rûdawê Nime Nebez ragihand: "Rûdaw bi hêza hemû platformên xwe û hemû stêrkên xwe yên hezkirî dixwaze ji wê kampanyaya cîhanî ku ji bo parastina jîngeh û samanê avê heye, dûr nemîne".

Her wiha diyar jî kir ku "Îro av li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn kêm bûye. Her wiha ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê gihandina xwarinê jî bûye pirsgirêkeke mezin. Em dixwazin her kes, her malek, her cihekî bazirganî û her kargehek li Kurdistanê bibe beşek ji wê kampanyaya cîhanî û em rojekê li Kurdistan û navçeyê tê da bibin beşek, ev jî bi rêya ragirtina xesarkirina avê û zêde bikaranîna wê, lewma em daxwazê ji we dikin û dibêjin #Aavê xesar neke".

Li gor zanyariyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO), zêdetirî du milyar kesan li cîhanê li wan navçeyan dijîn ku di bin fişara kêmbûna ava vexwarinê de ne. Ev hejmar ji ber guherînên berdewam ên avûhewayê zêdetir jî dibe. Iraq û Herêma Kurdistanê di navenda guherînên keşûhewayê de ne. Li gor rapora dawî ya Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê, heta sala 2040an Iraq ji welatê du çeman "dibe welatê bê çem". Di nava çend salên borî de, ava her du çemên Dîcle û Firatê bi rêjeya ji %30 ta ji %40 kêm bûye, tê pêşîbînkirin ku heta sala 2025an ev rêje bigihe ji %60.

Li gor Wezareta Şaredariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çavkaniyên ava binerd bi rêjeyeke berbiçav kêm bûne. Wezaret di daxuyaniyeke xwe de dibêje: "Di nava 20 salên borî de, asta ava binerd 500 metreyan kêm bûye."  Di sala 2003an de ji bo kolandina bîrekê tenê pêwîsîtî bi 200 metreyan hebû, lê di sala 2022an de ji bo kolandina bîrekê divê 700 metre were kolandin.

Wêneyên satelîtê li Iraqê rêjeya bandora hişkesalî û çolbûnê nîşan didin. Wêneyên ku ajansa wênegirtinê ya Kermap a Fransî di navbera salên 2020 û 2022an de wergirtine, nîşan didin ku çandinî û avdanî li tevahiya deverên Iraq û Herêma Kurdistanê, di navbera wan her du salan de, bi rêjeya ji %50 kêm bûye, ji ber barana kêm û ziwabûna ku cotkar neçar kirin çandina zeviyên xwe rawestînin.

Pêwîst e rûbirûbûna hişkesalî û çolbûnê karê yekem ê hemûyan be. Armanca Tora Medyayî ya Rûdawê ji ragihandina roja #Avê xesar neke, belavkirina hişyariya giştî ye ji bo xesarnekirina avê di hemû kertên cuda de, her wiha derxistina metirsiyên hişkesalî û çolbûnê û kêmkirina bandorên wan li ser nifşê niha û paşerojê.

Tora Medyayî ya Rûdawê

6ê tîrmeha 2022

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst