Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê îro bi rêya dronekê Kampa Mexmûrê ya penaberên Bakurê Kurdistanê ku dikeve sînorê qezaya Mexmûrê ya parêzgeha Mûsilê bombebaran kir.
Li gor agahiyan, malek di nava kampê de hatiye armanckirin.
Derbarê encama êrîşê û hûrgiliyan de hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.
Medyaya nêzîkî PKKê êrîş piştrast kiriye û ragihandiye, "Tirkiyê bi balafireke bêmirov a biçek beriya niha bi kêliyekê bombe li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) barand. Bombe li maleke hate barandin."
Li gor medyaya nêzîkî PKKê, tê texmînkirin ku "Meclîsa Gel a Demokratîk a Kampa Mexmûrê" derbarê êrîşa îro de daxuyaniyê bide.
Dije Terora Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje bi êrîşê kiriye û ragihandiye, demjimêr 12:30 îro droneke Tirkiyê baregeheke PKKê li nav Kampa Mexmûrê kiriye armanc û di êrîşê de zirarên canî û maddî ne.
Çavkaniyên medyayî yên nêzîkî PKKê ragihandine, êrîşa ser Kampa Mexmûrê di demeke de ye ku şandeyeke payebilind a Iraqî serdana Mexmûrê kiriye.
Li gorî agahiyan, Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevpar, Fermandarê Hêzên Hevpar û gelek rayedarên payebilind ên artêşa Iraqê serdana Mexmûrê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse