Tirkiye ji erdê û esman ve Amêdiyê bi dijwarî bombebaran dike

05-07-2022
RÛDAW
-
-
Nîşan Artêşa Tirkiyê Herêma Kurdistanê Amêdî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helîkopter û balafirên F-16 û topxaneya artêşa Tirkiyê sînorê navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bordûman kirin û gerîlayên PKKê jî bersiva êrîşan dan.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, derdora gundên Sora Sigêrê û Kanê li binarê çiyayê Metîna ku dikeve qeza Amêdiyê 10 saetan li ser hev ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine bordûmankirin.

Li gor agahiyan, li herêmê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de jî şer derketiye û gerîlayên PKKê bi doşkayê bersiva êrîşan dane.

Niştecihekî gundê Sergelê, Remzî Sergelî ji Rûdawê re axivî û ragihand ku ew nêzîkî kîlometrekê dûrî devera şer in û dengê bombebaranê û doşkeyên gerîlayên PKKê nêzîk tê bihîstin.

Remzî Sergelî got, “Tirkiyê bi firokeyan dest bi bordûmana deverê kir û paşê di nîveşevê de topbarana deverê destpê kir ku nêzîkî 10 demjimêran dom kir û heta sibeha îro jî berdewam bû.”

Cihê ku hatiye bombebarankirin, gelek nêzîkî gundên Sergelî, Guwanî, Berçî, Kanî û hejmarek gundên din e.

Xelkê gundên nêzîkî devera şer dibêjin ku şeva bihorî xew neketiye çavên wan û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî dibêje, ji ber cihê şer û bordûmanê nêzî navenda qeza Amêdiyê ye, nişteciyên bajêr dengê bordûmanê û teqeyan bihîstine û xelkê gundên derdorê jî ji tirsa û bo parastina canê xwe bo demekê malên xwe vala kirine.

Remzî Sergelî niştecihê gundê Sergeliyê ji Rûdawê re dibêje, “nêzî du salan e artêşa Tirkiyê sînorê gundê me dike armanc û di du heftiyên bihorî de jî êrîşên xwe li vî sînorî zêdetir kirine û ji duh ve bi nêzî 100 gulleyên topê dever kiriye armanc.”

Qeymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman jî derbarê şer û bordûmanan de ji Rûdawê re ragihand, “gundên Sigêrê û binarê Çiyayê Metîna hatine bordûmankirin, ji ber dengê bordûmanê xelkê herêmê gelek tirsiyane.”

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst