Operasyona Tirkiyê: Opozisyona Sûriyê xwe li nêzîkî Til Rifet û Minbicê amade kiriye

05-07-2022
RÛDAW
Operasyona Tirkiyê: Opozisyona Sûriyê xwe li nêzîkî Til Rifet û Minbicê amade kiriye
Operasyona Tirkiyê: Opozisyona Sûriyê xwe li nêzîkî Til Rifet û Minbicê amade kiriye
Nîşan Operasyon Tirkiye Opozîsyon Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê li ser gefên operasyoneke nû li bakurê Sûriyê berdewam e, çekdarên Opozisyona Sûriyê jî hêzên xwe li nêzîkî deverên Til Rifet û Minbicê kom kirine û xwe ji bo wê operasyonê amade dikin.

Berdevkê Rêxistina mafên Mirovan li Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, metirsî heye lê rewş li wan navçeyan negihiştiye wê astê ku xelk careke din koçber bibe.

Li aliyê din, Serokê Rabîteya Kurdên Serbixwe yên Sûriyê Abdulezîz Temo diyar kir, operasyona Tirkiyê nêzîk e û ji nişteciyên Til Rifeet xwest ku ji wî bajarî dernekevin û koçber nebin.

Hevdem ligel gefên Tirkiyê derbarê egera encamdana operasyoneke leşkerî li navçeyên Til Rifeet û Minbic, li bakurê Sûriyê, tirs li nav beşekî ji xelkê peyda bû lê li gorî zanyariyên Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrînê Ibrahîm Şêxo, rewş li wan navçeyan negihiştiye wê radeyê ku xelk careke din koçber bibin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo got, “Herêma Şehbayê bi taybetî li bajarokê Til Rifetê êrîşên hovane bi destê Hêzên Tirkiyê û hêzên çekdar ên artêşa Wetenî tên kirin. Her roj êrîşî wê herêmê dikin, dixwazin wê herêmê bi zorê vala bikin lê em dizanin xelkê herêmê yê resen û yên li wir bicih bûne, heta niha kes derneketiye. Ji ber ku li hêviya Efrînê ne û vegerin cih û warên xwe li Efrînê.”

Ev yek di demekê de ye ku, girtina welatiyên sivîl û binpêkariyên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, li Herêma Efrînê berdewam in.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo her wiha anî ziman, “Em dibihîsin ku tê gotin, xelkê Til Rifetê û yên ku li wir bicih bûne re dibêjin artêşa Wetenî birayê we ne, ji cihê xwe dernekevin.”

Li beramber vê yekê jî, Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê daxwazê ji nişteciyên Til Rifeet dike ku ji wî bajarî dernekevin û hevdem ligel nêzîkbûna operasyona leşkerî ya Artêşa Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê, ew daxwazê ji xelkê Til Rifeet û gundewarê wê dikin ku ji wî bajarokî dernekevin û koçberî navçeyên biyabana Tedmur, Reqa û Dêre Zorê nebin, di demekê de ku li gorî ragihandina Kombendê zeytûnên wan û malên wan li benda wan in.

Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê ragihandiye ku Artêşa Niştimanî, birayên wê xelkê ne û kar dikin ji bo rakirina riswakirinê ji ser wan, li kampên Şehbayê.

Her wiha di ragihandina xwe de teqez kiriye ku ew dê agahdarî selametiya welatiyan bin û vegera wan bo cih û warên wan.

Ji 20ê Çileya 2018an ve ku êrîşa Artêşa Tirkiyê li dijî Herêma Efrînê hate encamdan û çekdarên alîgirên wê, dest bi talankirin, girtin û îşkencekirina welatiyên sivîl kir heta niha di binpêkariyên xwe de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst