Ji bajarekî Kurdistanê ve 273 koçberên Efxan bo welatê wan hatin vegerandin

05-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê 273 koçberên Efxanistanî bi firokeyan bo welatê wan hatin vegerandin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, 273 koçberên li Navenda Paşdevegerandinê ya girêdayî Îdareya Koçê ya parêzgeha Agiriyê 4ê Temûza 2022ê bi mînîbûsan bo Firokexaneya Ehmedê Xanî ya Agiriyê hatin veguhestin.

Ew koçberên Efxan ji wê derê jî piştî kar û barên yasayî bi du firokeyan bo Efxanistanê hatin şandin.

Li gor amarên Serokatiya Koç û Koçberan a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve di 5 mehên destpêka îsal de hezar û 914 koçberên Efxanistanî li parêzgeha Agiriyê hatibûn desteserkirin û 908 kes ji wan bo welatê wan hatine vegerandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst