Li Dihê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn çê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê (Eruh) a parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî ya hêzên Tirkiyê de bombeyeke teqiya.

Li gorî nûçeya ajansa DHA ya Tirkiyê, bûyer şeva Yekşemê li gundekî ser bi navçeya Dihê ya Sêrtê qewimiye.

Hatiye ragihandin, di dema derbasbûna wesayîteke leşekrî de ku leşkerên li navçeyê vediguhast, teqemeniyek bi destan çêkirî teqiyaye.

Di teqînê de ti kuştî û birîndar çênebûne, lê zirar gihîştiye wesayîta leşkerî.