Hamît Geylanî: Berxwedana min a ji bo serxwebûna Kurdistanê dê her bidome

05-07-2020
RÛDAW
Hamît Geylanî
Hamît Geylanî
Nîşan Hamît Geylanî Amed Serxwebûna Kurdistanê KCD BDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Siyasetmedarê Kurd Hamît Geylanî ku Dadgeha Amedê bi tohmeta ‘endamtiya PKK’ 6 sal û 3 meh ceza lê birî got, “Ez 4 caran ketim zindanê bila ev jî 5 be. Berxwedana min a ji bo azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê dê her bidome.”

Siyasetmedarê Kurd Hamît Geylanî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê ya demjimêr 15.00 bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û derbarê doza li dijî wî û biryara dadgehê de got, “Ev doz ewqas qirêj kirine ku hûn hemû deterjanan bînin paqij nabe. Lê ne pirsgirêk e. Ez 4 caran ketim zindanê bila ev jî 5 be.”

Hamît Geylanî tekez kir ku ew biryar li dijî yasayan e û behsa serdaneke bo Başûrê Kurdistanê kir û got, “Sala 2011an em serokên 4 partiyan, rehmetî Şerafettîn Elçî, Ahmet Turk, Bayram Bozyel û serokê baroya Amedê yê wê demê Mehmet Emîn Aktar, me serdana Hewlêrê kir, em li gel birêz Mesûd Barzanî, Serokê Parlamentoyê Kemal Kerkûkî û bi berpirsên partiyên din re civiyan. Ev ne tiştek qedexe ye û xwezayî ye.”

Hamît Geylanê doza li dijî Lutfî Baksî jî weke nimûne nîşan da û got, “Birêz Lutfî Baksî jî bi heman awayî hat cezakirin. Birêz Baksî serokê partiyeke din e. Di heman dozê de ew jî bi ‘endamtiya’ PKKê hatiye tohmetbakirin. Lê ya ecêbtir ew e, KCD weke rêxistineke demokratîk, legal û fermî xebatên xwe birêve dibe.”

Derbarê helwesta li beramber raderbirînê jî ew siyasetmedarê Kurd dibêje, beşdariya civînan û dkiyarkirina nêrînê divê ne qedexe be û ragihand, “Lê ev sîstem, daraza Tirk, derbarê Kurdên mirî de jî biryar dide. Tirs û fobiya wan sazî derbas kirine û gihiştiye heta miriyan.”

Serokê berê yê BDPê tekez dike ku çareserkirina pirsa Kurd girêdayî yekîtiya wan e û dibêje, “Eger 40 milyon Kurd bûban yek, rêxistin, partî, rêber û serokên wan bûban yek, ev zordestiya darazê dê li ser sax û miriyên Kurdan neba.”

Herwiah ew siyasetmedarê Kurd tekez dike, “Ez biçim zindanê jî li ser rêya Xweda, heq û mirovahiyê berxwedana min a ji bo azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê dê bidome.”

Doza li dijî Hamît Geylanî, parlamenterê berê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yê Colemêrgê duh li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê birêve çû.

Dadgeha Amedê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) sîwana KCKê ye û bi tohmeta ku Hamît Geylanî beşdarî kar û xebatên KCDê bûye û hewl daye yekîtiya netewî ya Kurdan pêk bîne, 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li Hamît Geylanî birî û derketina wî bo derveyî Tirkiyê qedexe kir.

Berî niha ji ber beşdariya Hamît Geylanî di civîneke KCDê di 2011an de ku wê demê Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû, doz hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst