'Tevgera Serxwebûna Herêma Cizîrê û Feratê' hat ragihandin

05-07-2020
RÛDAW
Ew tevger daxwaza dewleteke serbixwe dike
Ew tevger daxwaza dewleteke serbixwe dike
Nîşan Belgenameya Serxwebûna Cizîrê Rojavayê Kurdistanê Kurd Ereb Xirîstiyan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek ji çalakvan û rewşenbîrên Ereb, Kurd û Xiristiyanan, daxuyaniyek belav kirin û tê de Tevgera Serxwebûna Herêma Cizîrê û Ferat ragihandin, ku dixwazin ew herêm ji Sûriyê cuda bibe.

Di daxuyaniya xwe de, ku wan navê wê kiriye ‘Belgenameya Serxwebûna Cizîrê’, çend xal hatine ragihandin, ji wan:

Rêkeftina Sykes-Picot bê vîna xelkê herêma Cizîrê ketiye nav sînorê Sûriyê.

Belgenameyên navdewletî mafê çarenivîsê didine nişteciyên xwecihî yên herêmekê.

Mafê çarenivîsê û cudabûnê mafekî siyasî yê rewa ye.

Daxwaza Serxwebûna Cizîrê û Ferat karekî siyasî li gorî yasayên navdewletî ye.

Tevgerê Encûmeneke Pêwendîdanê dirust kiriye, ku ji 4 kesan pêk tê, her kesek ji wan ji pêkheteyeke Herêma Cizîrê ye.

Tevî ku serkêşê vê tevgerê rewşenbîrekî Ereb e, lê rewşenbîr û kesayetiyên naskirî bi dijatiya Kurdan, bi tundî êrîşî vê tevgerê dikin û weke xizmetekê ji projeya cudaxwaz a Kurdan wesif dikin.

Li gorî pêwendiya ku Rûdawê bi wan re kiriye, ew bi awayekî ciddî û bi bîr û bawerî vê projeyê pêşkêş dikin.

Beşek ji aliyên siyasî yên Kurdî û pêkhateyên Herêma Cizîrê bi erênî û beşek jî bi nerênî, li vê projeyê dinerin.

Hinek kes û alî jî dibînin ku bandora vê projeyê li ser wê projeya Kurdî heye, ku dibêje Herêmên Rojavayê Kurdistanê yekeyeke siyasî û cografî ye.

Lewma hinek çavdêr vê gavê weke karvedanekê li ser nêzîkbûna aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dibînin, ku pêkane ye, di encama wê nêzîkbûnê de, daxwaza federaliyê bê kirin, weke ku dibêjin.

Hinek jî dibînin ku ew gavek e, ber bi ragihandina dewleteke serbixwe ye, li Herêma Cizîrê û Ferat, ku belgeya serxwebûnê hildidin.

Xwediyên wê gavê nîşanê bi wê yekê didin ku nasnameya wan a cuda ji nasnameya Sûrî heye, bi taybetî ku nasnameya Sûrî, li gorî gotina wan, li jêr sîbera Sykes-Picot, nasnameyeke hevçeşn û yeksan nedaye wan, lê belê dewleta nûjen kîndarî û nakokî li nav pêkhateyan dirust kiriye, weke ku ew dibêjin. Êdî nasnameya wan a resen nasnameya nişteciyên wê herêmê ye.

Heta niha hewlê vê projeyê ne zelal in, lê di roj û demên bê de, dibe ku hûrgiliyên wê bêne aşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dibistanek li Bedlîsê / Wêne: AA

Li 14 parêzgehan dibistan hatin girtin

Li 14 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê îro dibistan hatin girtin.