Navbeynkarî bo danûstandina partiyên Rojhilatî û Îranê tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Komeleyê, Îbrahîm Elîzade piştrast kir ku proseyeke navbeynakriyê di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê de heye û rêxistineke Norwêjî navbeynkariya danûstaninên navbera herdu aliyan dike.

 

Sekreterê Komele-Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê, Îbrahîm Elîzade ji Rûdawê re ragihand: Beriya sal û nîvekê dibe ku wê rêxistina Norwêjî pêşniyara danûstaninan li gel Komara Îslamî daye wan.

 

Elîzade got, rêxistine Norwêjî pêşniyara navbeynkariya di navbera partiyên Kurdistanî û Komara Îslamiya Îranê da aliyên Komele û aliyên Hizba Demokratê û hemû aliyek jî weke prensîp, amade bûn ku danûstandinan bikin.

 

Sekreterê Komeleyê herwiha dibêje, piştre Komeleya Komonîst di wê proseyê de nema, lê li gorî zanyariyan, aliyên endamên Navenda Alîkariyên Hizbên Kurdistana Îranê ji wê proseyê berdewam bûne.

 

Ibrahîm Elîzade derbarê vê yekê de ku gelo Îranê ji bo danûstandinê daxwaza navbeynkariyê ji wê rêxistina Norwêjî kiriye yan na, ragihand ku wê rêxistinê bi zelalî ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê re gotiye ku Îranê ti peyamek nedaye wan û ew bi insiyatîva xwe hewl didin ku danûstandin di navbera partiyên Kurdî û Îranê de bê kirin.

 

Elîzade got: “Rêxistina Norwêjî ji me re got ku ti peyameke rasterast ji Komara Îslamî ve negihîştiye wan, dema ku proseyê destpê kir, ji me re gotin ku ew li gor şêwaza karê xwe, li gel hemû ew pirsgirêkên ku li cîhanê hene, bi taybet li cihên ku xebata çekdarî ya opozisyonê li gel dewletan heye, ew hewl didin ku navbeynkariyê bikin daku kêmtir xwîn birije û civak pirsgirêkên xwe bi awayekê aştiyane, eger ku îmkana wê hebe, çareser bikin.”

 

Elîzade diyar kir, ew weke partiyên Rojhilatê Kurdistanê, cara yekem li Almanyayê bi rayedarê wê rêxistina Norwêjî re civiyan û tekez kir, di wê civînê de şanda wê rêxistinê ji nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê re gotin, her çi qas ew rêxistineke nehikûmî ne lê belê “Wezareta Derve ya Norwêjê piştgirî û sponsoriya wan dike”, lewma jî ew hewldana wan a navbeynkariyê “hewldaneke ciddî” ye.

 

Sekreterê Komeleyê destnîşan kir: “Ji me re gotin, eger em rêjeyeke amadebûnê di we de nebînin, em naçin cem aliyê bermaber (Îranê) û em hez dikin eger ku derfet hebe, em hemû rêxistinan bi hev re bibînin.”

 

Derbarê egera êrîşa serbazî ya Amerîka û hevpeymanên wê ve bo ser Îranê, Ibrahîm Elîzade got: “Em bi ti awayekê bi baş nabînin ku êrîşeke wisa rû bide û bi baweriya me dûkela vê êrîşê rasterast dê biçe nav çavê xelkê û dê xelkê malwêrantir û birçîtir bike, di heman demê de pêgeha Komara Îslamî jî bihêztir dibe. Di şerê Îran û Iraqê de jî, her heman ew nakokî hebûn, lê belê di encama vî şerî de Komara Îslamî pêgeha xwe bihêztir kir û seqamgîrtir bû. Bi baweriya me, bi ti awayekê şer di berjewendiya xelkê Îranê de nîne.”