Yunadim Kenna: Li Kerkûkê cudahî di navbera encamên destî û elektronî de heye

05-07-2018
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Hilbijartin Encamên destî Cudahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di heyama 2 rojên bihorî de 90 sindûqên denganê li Kerkûkê hatine vekirin, û dengên di nava wan de bi dest hatine hijmartin. Îro di sêyemîn roj de, hejmartina destî ya dengan li Kerkûkê berdewam e û parlamenterekî mesîhî yê xûla sêyem a parlamentoya Iraqê jî dibêje, di hejmartina destî ya dengên Kerkûkê de ciyawazî li gel encamên elektronî derketiye holê.

 

Pêr Sêşemiyê bi awayekê fermî û li ser biryara parlamentoya Iraqê, cudakirin û hejmartina destî ya dengan li parêzgeha Kerkpkê destpê kir.

 

Li gorî agahiyan, di hejmartin û cudakirina bi dest a dengan de li Kerkûkê, cudahî di navbera encamên hejmartina destî û hejmartina elektronî ya dengan de hebûye.

 

Endamê xûla sêyem a parlementoya Iraqê, Yunadim Yûsif Kenna ragihand, ku dibe di sê rojan ew prose li Kerkûkê bi dawî bibe, lê ne merc e ku li parêzgehên din jî proseya hejmartina destî ya dengan sê roj pêwist bin.

 

Yunadim Yûsif Kenna herwiha got jî, ku ji roja yekem ve heta niha, îsbat bûye, ku destkariyeke mezin û sextekarî hatiye kirin, û yek sindûq jî tuneye ku encama wê ya elîktironî û ya bi dest weke hevbin.

 

Pêştir Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Erşed Salihî jî ragihandibû, “di cudakirina destî ya dengên Kerkûkê de, ciyawziyeke mezin derketiye û saxtekariyeke mezin hatiye kirin.”

 

Erşed Salihî herwiha dabû xuyakirin: “Eger rêjeya saxtekariyan zêde bû, ku tê çaverêkirin her wisa be jî, hingê em dê pêngava nû bihavêjin jibo hejmartin û cudakirina destî ya tevhiya sindoqên dengdanê.”

 

Li gorî encamên elektronî yên ku Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbiajrtinan a Iraqê ragihandiye, di hilbijartinên 12ê Gulanê yên parlamentoya Iraqê de, YNKê ji 12 kursiyên parêzgeha Kerkûkê 6 kursiyên wê parêzgehê bi dest xistine.

 

Herwiha li gorî encamên ku komîsyonê ragihandine, aliyên erebî yên Kerkûkê 3 kursî û aliyên tirkmenî jî 3ê kursiyên wê parêzgehê bi dest xwe ve anîne.

 

Tevî ku her yek ji aliyên erebî û tirkmenî li gorî hilbijartinên berê, kursiyek zêde bi dest xistine, lê belê ji encamên hilbijartinên 12ê Gulanê nerazî bûn û gilî û sikala li komîsyona hilbijartinan û dadgeha federalî ya Iraqê tomar kiribûn.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst