EFRÎN – YPGê li hemberî Tirkiyê û dijbereya Sûriyê di amadebaşiyê de ye
Efrîn (Rûdaw) - Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Şehabayê li bakur û rojavayê Helebê, di qonaxeke aloz de, derbas dibin.
Li aliyekî Artêşa Tirkiyê hêzên xwe anîne ser sînorê Efrînê, li aliyekî din jî hêzên dijbereyê bi piştgiriya Tirkiyê li wan navçeyan hene û ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dixwazin ku ji Til Refhet û derdorê derkevin.
Her li Efrîn û Til Rifet derdora wan jî hêzên YPGê di amadebaşiyê de ne. YPGê jî planên xwe yên leşkerî li ber çavan girtine, ku wan bicih bîne.
Xelk êdî bi tirs çaverê ye ku gelo çi dê li herêmaên wan biqewime. Her ji bo dûrxistina Efrînê ji rewşeke xirab hinek çalakvanan destpêşxeriyek ragihandine.
Derbarê gefên Tirkiyê û êrîşên wê li ser Efrînê û derdora wê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon ji Rûdawê re ragihand, ku HSDê şerê DAIŞê dike û DAIŞ metirsiyê li ser Tirkiyê.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dillon wiha got: “Hevpeymaniya Navdewletî herî zêde guh dide şerê nav Reqayê. Hêza ku wî şerî dike, Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Tirkiye jî hevparekî Hevpeymaniyê ye, û DAIŞ metirsiyê li ser Tirkiyê jî çê dike, wek çawa li ser Sûriyê û Iraqê çê dike, ji ber vê yekê em di aliyê deplomatîk de bi awayekî berdewam bi Tirkiyê re di têkiliyê de ne. Em dixwazin Hêzên Sûriyeya Demokratîk herî zêde guh bidin şerê li dijî DAIŞê li Reqayê."
Fermandeyê Lîwaya 51, Kolonel Heysem Ifêsî YPGê weke berpirs di ber gurkirina leşkerî de dibîne û bi gotina wî, YPG hemû hêlên sor derbas kirine, bi awayekî ku keşûhewa arasteyî rewşa şer dibe.
Li gorî ragihandina Lîwaya Muitesim, bi serperiştiya Amerîkayê, ew ligel YPG gihiştibûn rêkeftinekê ku yekîneyên xwe ji bajarê Erfad û navçeyên derdorê derxîne. Lê bi gotina Ifêsî, danûstandin di navbera wan û YPG de hatin ragirtin.
Di vê çarçoveyê de, hejmarekê ji çalakvanên Kurd, destpêşxeriyek bi 4 xalan ragihand. Mebest ji vê destpêşxeriyê ew e ku bajarê Efrînê ji şerekî giran were dûrxistin.
Girîngtirîn xalên destpêşxeriyê ev in:
-Yekîneyên Parastina Gel ji gundên Erebî yên ser bi Ezazê derkevin û wan deveran radestî nişteciyên wan ên Ereb bikin.
-Pêkanîna komîteyên sivîl û leşkerî ji xelkên Efrînê ji bo plandanîn û serperiştiya awayê derketina gerîlayên PKKê ji wê navçeyê, bi kêmtirîn ziyan, ji bo parastina berjewendiyên sivîlan.
Çalakvanê kurd Mihemed Bavê Siyamend, ku yek ji xwediyên vê destpêşxeriyê ye dibêje: “Ev destpêşxerî di çarçoveya yekçarenivîsa Ereb û Kurdan de ye, ji bo rêgiriyê li ber şer.”
Li aliyekî Artêşa Tirkiyê hêzên xwe gihandine navçeyên derdora Efrînê, hevdem hêzên dijbereyê li derdora wan navçeyan hene, li beramber wan jî hêzên YPG di amadebaşiyê de ne. Bi wateya ku tirsa karekî leşkerî tê pêşbînîkirin.
Nişteciyên naveçeyên Efrîn, Şehba û bakurê û rojavayê Helebê bi tirs, çaverê ne ku, gelo bi sedema vê rewşê çi dê li navçeyên wan biqewime?