Wezîrê Derve yê Amerîkayê diçe Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin, ku Wezîrê Derve ya Amerîkayê Rex Tillerson dê biçe Tirkiyê û dê li gel rayedarên payebilind hevdîtinan pêk bîne.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, roja 10ê vê mehê, Rex Tillerson bi mebesta gotûbêjkirina pêwendiyên herdû welatan, arîşeyên herêmê û geşedanên wê, diçe Tirkiyê.

 

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi yekê kiriye, ku Tillerson dê li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump biçe Almanyayê û di 9ê Tîrmehê de jî dê serdana welatê Ukraynayê bike û li wir jî li gel Serokê Ukraynayê Petro Poroşenkoyê hevdîtinek pêk bîne.

 

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, ku piştî Ukraynayê , Tillerson dê serdana Stenbolê bike û li gel rayedarên Tirkiyê hevdîtinan pêk bîne.

 

Hat ragihandin ku di hevdîtinan de li ser mijarên YPGê, radestkirina Fethullah Gulen, geşedanên herî dawî yên li ser çareserkirina krîza di navbera Qeter û hin welatên erebî de, dê werin axaftin.

 

Rex Tillerson herî dawî di 30ê Adarê de serdana Enqerê kiribû.