Hikûmeta Tirkiyê nasnamê dide penaberên Rojava

Amed (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê amadekariyên xwe dike da ku nasnameya Tirkiyê bide penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

 

Hikûmeta Tirkiyê amadekarî dike ku 3 mîlyon penabêrên ku ji Rojavayê Kurdistanê û ji Suriyê koçber bûne, weke welatiyê Tirkiyeyê qebûl bike.


Hêj şert û mercên serlêdanê nehatine aşkerakirin. Lê çav û guhên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Amed û Rihayê li televîzyonan e. Çimkî ew dixwazin bibin welatiyên Tirkiyê.


Bijîşk Ezîz Sitki ji Rûdawê re wiha got: “Li her derê Suriye şer heye, pevçûn heye. Jiyan zehmet e. Welatîbûna Tirkiyê ji bo zarokan baş e.”


Mamosteyê bi navê Elî Elî jî got:  “Li vê derê ji bo me fersend behtir in. Ez niha li vir mamostetiyê dikim, li Dîlokê mastera xwe dikim. Ev der baştir e.”


Koçberê bi navê Bozan Salo jî anî ziman ew  dixwazin li vir bimînin û ger di paşerojê de meaş bidin wan, şert û merc baştir bin ewê venegerin.


Hinek ji wan jî dû dil in. Ji bo şert û mercên kar û xebatê dixwazin nasnameya Tirkiyê bigrin, lê tu caran naxwazin dest ji welatê xwe berdin.


Welatiyê Rojavayê Kurdistaê Evdilqadir jî wiha axaft: “Em tu caran dev ji welatê xwe bernadin. Lê welatîbûn ji bo me baştir e. Mînak ji bo kareke divê ez biçim ji walitiyê destûr bigrim, lê dema bibim welatî hewcedarî bi destûrê namîne.”


Mamosteyê bi navê Bahadîn Salo diyar kir ku ewm nasnameya Tirkiyê bigrin jî ew tu caran welatê xwe ji bîr nakin û wiha domand:


“Ez niha li Amedê mamostetî dikim. Ha min li Kobanî mamostetî kiriye, ha li Amedê. ji bo min ferq nîne.”


Piştî şerê li Sûriyê û êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Rojava, 3 mîlyon kes koçberî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûn. 30 hezar Kurd û Ereb niha li Amedê dimînin.