Qedexeya li ser Elkê rabû
Navenda Nûçeyan - Qedexeya li ser navçeya Elkê ya Şirnexê rabû.
Pêr li navçeya Elkê ya Şirnexê êrişên hevdemî li Rêveberiya Ewlekariyê, Fermangeha Cendirmeyan û lojmanên leşkerî hatbû kirin.
Di encama êrişan de leşkerekî jiyana xwe ji dest dabû û piştî êrişan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.
Walîtîya Şirnexê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku qedexeya 3yê Tîrmehê hatî îlankirin îro rabûye.