PDK û Goran: Rêya çareserkirinê lihevkirin e

05-07-2015
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Newşîrwan Mistefa
Nêçîrvan Barzanî û Newşîrwan Mistefa
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Îro şanda danûstandkar a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpireştiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê bi serkirdatiya Tevgera Goranê re civiya.

 

Îro li bajarê Silêmaniyê, şanda PDKê bi sepireştiya Nêçîrvan Barzanî bi Berpirsê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa re civiya.

 

Di vê hevdîtinê de behsa arîşeya Serokatiya Herêma Kurdistanê û destûra Kurdistanê hat kirin û her du aliyan nêrînên xwe yên di vê bareyê de anîn ziman.

 

Di dawiya vê hevdîtinê de jî, Nêçîrwan Barzanî û Newşîrwan Mistefa beşdarî di konfranseke rojnamevanî de kirin û derbarê naveroka civînê de agahî dan û pirsiyarên rojnamevanan jî bersivandin.

 

Barzanî û Newşîrwan Mistefa di vê konfransa rojnamevanî de, civîna îro bi civîneke gelek baş û erênî wesif kirin.

 

Newşîrwan Mistefa di vê konfrans arojnamevanî de got: “Em gelek kêfxweşî in ku şanda PDKê îro li Silêmaniyê bi Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) re civiyaye û piştre ligel Tevgera Goranê civiya û dê paşê serdana aliyên siyasî yên din jî bike û bi wan re jî bicive.”

 

Newşîrwan Mistefa herwiha got: “Me di vê civînê de nêrîna xwe derbarê arîşeyên heyî yên li Herêma Kurdistanê de anî ziman, herwiha ji me re gelek girîng bû ku em agahdarî nêrînên PDKê derbarê arîşeyên heyî, tevî arîşeya Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî bibin. PDKê jî nêrîna xwe anî ziman. Herwiha em hêvîdar in ku em bi hev re bigihîjin encamekê ku hemû cemawerê Kurdistanê pê dilxweş bin.”

 

Nêçîrvan Barzanî jî di vê konfransa rojnamevanî de ragihand: “Em wek şanda PDKê, sipasiya Newşîrwan Mistfa û şanda Goranê dikin ku pêşwazî li şanda me kirin. Me her du aliyan behsa arîşeyan kir û bi hev re gotbêj kir, ewa girîng e, em bi hev re di vê baweriyê de bûn ku bo çareserkirina wan arîşeyên heyî, wek pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û hem jî destûra Kurdistanê bigihîjin her rêkeftinekê, gerek li gor lihevhatinê û lihevtêgihîştinê be.”

 

Barzanî herwiha got: “Em vê civînê bi civînek baş û serkeftî dibînin û em dê berdewam bin ji bo ku bigihîjin encamek wiha ku cihê dilxweşiya hemû xelkê Kurdistanê be.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst