Hevserokê Şaredariya Curnê Reş mazbataya xwe wergirt

05-06-2024
RÛDAW
Nîşan Curnê Reş Riha Mazbata DEM Partî Serhan Paydaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Curnê Reş ê DEM Partiyê Serhan Paydaş mazbataya xwe wergirt û dest bi kar kir.

DEM Partiyê di hilbijartina 31ê Adarê de bi ferqa 521 dengan bi ser ketibû.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de hinek endam û alîgirên AK Partiyê 2 sindoq tevî dengan şewitandibûn.

AK Partiyê îtîrazî encama hilbijartinê kiribû û li ser daxwaza wê hilbijartin hat nûkirin.

2yê Hezîranê li navçeya Curnê Reş a Rihayê di hilbijartina dubarkirî de namzedê DEM Partiyê Serhan Paydaş bi ser ketibû.

Serhan Paydaşê ku wekî hevserokê Şaredariya Curnê Reş hatibû hilbijartin, îro mazbataya xwe wergirt û dest bi kar kir.

Di hilbijartina dubarekirî ya 2yê Hezîranê de DEM Partiyê cardin li navçeya Curnê Reş a Rihayê qezenc kir.

Di hilbijartinê de namzedê DEM Partiyê 10 hezar û 730 dengî bi dest xistibûn.

Herwiha namzedê AK Partiyê jî 7 hezar û 420 dengî bi dest xistibûn.

DEM Partiyê di hilbijartina 31ê Adarê de bi ferqa 521 dengan bi ser ketibû û vê carê ferqa di navbera her du partiyan de 3 hezar û 310 deng in

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst