Dadgehê 19 sal û 6 meh ceza da Mehmet Siddik Akiş

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li Wanê hat desteserkirin.

Mehmet Siddik Akiş îro li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin.

Dadgehê biryara xwe eşkere kir û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Siddik Akiş.

Dadgehê ev ceza bi hinceta “birêvebirina rêxistinê” li Mehmet Siddik Akiş birî.

Piştî ku biryar hat eşkerekirin, heyeta dadgehê biryar da ku Mehmet Siddik Akiş were girtin.