Li Dêrezorê 5 DAIŞî hatin kuştin

05-06-2024
Nîşan Dêrezor HSD Operasyon DAIŞ Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw ) – HSDyê ragihand ku li Dêrezorê 5 DAIŞî hatine kuştin ku 2 ji wan fermandar in.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên wan li Dêrezorê bi ser şaneyeke DAIŞê de girtiyê.

Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî jî piştgirî daye operasyonê û şane hatiye tunekirin.

HSDyê li ser operasyonê ev agahî dan:

“Hêzên me bi operasyoneke ewlehiyê, bi ser şaneyeke terorîstan a li gundê Dehlayê yê li rojhilatê Dêrezorê de girt û şer derket.

Di wî şerî de 5 çeteyên şaneyê hatin kuştin ku di nava wan de 2 serçete hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst