Rêveberiya Xweser 176 malbatên DAIŞiyan şandin Îraqê

05-06-2024
Nîşan Kampa Holê DAIŞ Malbat Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser, 176 malbatên xizmên DAIŞê radestî hikûmeta Îraqê kirin.

Li gorî peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikumeta Îraqê de 176 malbatên din ên Îraqî ku ji 634 kesan pêk dihatin ji Kampa Holê hatine vegerandin.

Îraqê, 28 Nîsana îsal jî 191 malbatên din ên Îraqî ku ji 714 kesan pêk dihatin ji Kampa Holê wergirtibûn.

Sala 2022yan jî piştî lihevkirina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Îraqê 690 endamên malbatên DAIŞê li deriyê sînorî yê Rebîeyê radestî Hêzên Operasyona Hevpar a Îraqê hatibûn kirin.

Malbatên Îraqî bi hevahengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û bi peymana Rêveberiya Xweser û Komîteya Koç û Koçberan a Parlamentoya Îraqê ji Kampa Holê tên veguhastin.

Kampa Holê ya ku malbatên DAIŞê lê dimînin li rojhilatê parêzgeha Heseke ya Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

42 hezar kes li Kampa Holê hene

Li gorî amarên dawî, li Kampa Holê 42 hezar û 781 kes hene ku 19 hezar û 530 ji wan Îraqî û 16 hezar û 779 kes jî Sûriyeyî ne.

Herwiha 6 hezar û 461 kes biyanî ne û nasnameyên 11 kesan jî wan ne diyar in.

Li gorî amarên UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar e. 

7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne û bav û dêyên wan di şer de hatine kuştin.

 12 hezar çekdarên DAIŞê jî di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst