Li Amed û Wanê dema qedexeyan hat dirêjkirin

05-06-2024
Nîşan Amed Wan Qedexe Dirêjkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed û Wanê yên Bakurê Kurdistanê Wanê dema qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş 3yê Hezîranê bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin.

Mehmet Siddik Akiş heman rojê hat desteserkirin û dîsa heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelik li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

Piştî danîna qeyûm DEM Partiyê biryar da ku li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî biryara DEM Partiyê bi biryara parêzgariyan li Colemêrgê û 10 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiya hat ragihandin.

Îro li Amed û Wanê dema qedexeyê careke din hat dirêjkirin.

Berê qedexe li Amedê ji 3yê Hezîranê heta 6ê Hezîranê hatibû ragihandin lê niha dema wê heta 10ê Hezîranê hat dirêjkirin.

Li Wanê jî qedexe ji 3yê Hezîranê heta 7ê Hezîranê hatibû ragihandin, li wir dema wê 9ê Hezîranê hat dirêjkirin.

Di çarçoveya van biryaran de hemû çalakiyên wekî meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê qedexe ne.

Li gorî daxuyaniyên parêzgariyan, parêzgehên ku li wan qedexe heye û maweyê qedexeyê bi vî rengî ne:

Amed: Ji 3yê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Colemêrg: Ji 3yê Hezîranê heta 12ê Hezîranê

Mêrdîn: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Şirnex: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Êlih: Ji 3yê Hezîranê heta 9ê Hezîranê

Sêrt: Ji 3yê Hezîranê heta 9ê Hezîranê

Bedlîs: Ji 3yê Hezîranê heta 12ê Hezîranê

Wan: Ji 3yê Hezîranê heta 9ê Hezîranê

Agirî: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Mûş: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Îdir: Ji 4ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst