Rojava di bin tehdîd û gefan de ye: Gelo dê hilbijartin bên kirin?

05-06-2024
Dîbeyta Rûdawê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Dîbeyta Rûdawê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di bin tehdîdan de xwe ji hilbijartinên herêmî re amade dike.

Hem li Rojavayê Kurdistanê û jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser rojev hilbijartin e.

Pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara di dîbeytekê de bi nûnerên partiyên siyasî re behsa hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê kir.

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Sûriyeyê Salih Gedoyê ku partiya wî dê beşdarî hilbijartinan bibe ji Qamişloyê beşdarî bernameyê bû.

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Yekîtiya Kurdistana Sûriyeyê Ednan Bozanê ku partiya wî hilbijartinan boykot dike ji Kobaniyê beşdarî bernameyê bû.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê yê Herêma Kurdistanê Mehmûd Mihemedê ku partiya wî beşdarî hilbijartinan dibe mêvanên studyoya Rûdawê bû. 

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Mihemed Elî ku partiya wî hilbijartinan baykot dike ji Dihokê mêvanên dîbeytê bû.

“Şam û Enqere li hemberî hilbijartinan in”

Salih Gedo, di destpêka dîbeytê de amaje bi mafê rewa yê hilbijartinan û tehdîdên rejima Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li ser hilbijartinan kir.

 Gedo da zanîn ku nabe ti alî midaxeleyî hilbijartinên Rêveberiya Xweser bike û wiha axivî:

“Dewleta Tirkiyeyê û rejima Sûriyeyê li hemberî hilbijartinan derdikevin.

Ew jî zilmeke din a welatan e hem li ser herêma me hem li ser miletê me.

Helwesta welatên dostên Kurdan ên wekî Amerîka û Fransayê û çend welatên Ewropayê ya li ser hilbijartinan jî dê li ber çav were girtin.

“Heta 48 saetan dê çarenivîsa hilbijartinan diyar bibe”

Rêveberiya Xweser û Komîsyona Hilbijartinan mijara lidarxistina hilbijartinan gotûbêj dike. Rêveberiya Xweser, divê helwesta xelkê jî li ber çavan bigire.

Heta 48 saetan dê çarenivîsa hilbijartinan diyar bibe, em dê bibînin bê ka dê hilbijartin dê pêk werin an neyên.”

“Ti alî hilbijartinan nas nakin”

Ednan Bozan,  jî behsa nebûna yekdengiyê li ser lidarxistina hilbijartinan kir û wisa got:

“PYD van hilbijartinan wekî peymaneke civakî ya xwe li dar dixe, ti aliyên siyasî van hilbijartinan nas nakin.

Peymanek, lihevkirinek li ser hilbijartinên herêma me nîne. Ew tişta heyî PYDyê bi xwe durist kiriye û bi ser xelkê de sepandiye.

Hilbijartin werin kirin an neyên kirin di rastiyê de çi diguhere?

Xelk dengê xwe bidin kê? Xelk deng bide wan kesên ku ew birçî hiştiye?

Ti rewatiya siyasî ya hilbijartinan nîne. Heta niha ji aliyê herêmî ve ti piştgiriyeke herêmî ji bo hilbijartinan nîne û li ser asta navxweyî jî lihevkirinek nîne. "

Salih Gedo li ser van gotinên Ednan Bozan wiha got:

"Rêveberiya Xweser, Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê rizgar kirin û 15 hezar şehîd û 20 hezar birîndar dane.

Kak Ednan Bozan dibêje, ‘Peymana civakî ya PYDyê!’, 27 partî beşdarî wê peymanê bûn, hemû pêkhate beşdarî wê bûn.”

“Ji bo Erdogan ampula kesk hatiye pêxistin”

Li aliyê din, Mehmûd Mihemed jî behsa girîngiya xizmeta şaredariyan kir û wiha got:

“Şaredarî cihekî girîng e ji bo xizmeta xelkê, daxwaza me ew e ku encûmen jî werin hilbijartin û xwediyê biryara xwe bin û ti destêwerdan di wan de nebe.

“Tirkiye û Sûriyeyê dest bi tehdîdan kiriye”

Me biryar da ku em beşdarî hilbijartinan bibin. Niha guherîn pêk hatiye. Tirkiye û Sûriyeyê dest bi tehdîdan kiriye.

Me got, ‘Ev asayi ye’ lewra ji destpêka şerê Sûriyeyê her du welatan Rêveberiya Xweser tehdît dikir lê guherîn pêk hatin.

Dema Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, bibêje ‘Zemineke demokratîk ji bo hilbijartinan nîne’ tê wê wateyê ku ampûla kesk ji bo Erdogan hatiye pêxistin ku careke din herêma me topbaran bike û roja hilbijartinan dron dest bi êrişan bikin."

“PYNK û ENKSyê li hevdû bikira dê hemû alî beşdar bibûya”

Mihemed Elî jî amaje bi nakokoyên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ên Kurdistanê (PYNK) kir û wiha got:

“Eger sala 2020î lihevkirin di navbera PYNK û ENKSyê de bihata kirin niha dê hilbijartin baştir bihata lidarxistin.

Hilbijartin niha bi biryara aliyekî tê lidarxistin.”

“Ev hilbijartin ji bo xizmetguzariyê ne, ne ji bo siyasetê”

Mehmûd Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wisa got:

“Hilbijartina şaredariyê bingeheke mezin a xizmetguzariyê yê ji bo xelkê. Lîsteya me serbixwe ye.

 Eger em destêwerdanê bibînîn dê helwêsta me hebe.

Dost û dijmin dibêjin, ev îdare ya yekpartiyekê ye lê hilbijartinên şaredariyan ji bo xizmetguzariyê ne, ne ji bo siyasetê."

“Gelo hûn ji tirsa beşdar nabin?”

Dilbixwîn Dara ji endamê Komîteya Navendî ya Mihemed Elî pirsî:

“Gelek kes dibêjin hûn ‘ji tirsa serneketina namzedên xwe’ beşdarî hilbijartinan nabin û hincetên siyasî nîşan didin.

Hilbijartin ne siyasî û ji bo xizmetguzariyê ye. Hûn jî beşdarî hilbijartinan bibin. Hûn hîn beşdarî hilbijartinan nebûne dibêjin, ‘Hilbijartin demokratîk nîne û PYD bi rê ve dibe?” Ev helwest rast e?”

“ENKS ji hilbijartinên pak û şefaf natirse”

Mihemed Elî got ku ew ji hilbijartinên pak û şefaf natirsin û wiha bersiva pirsa Dilbixwîn Dara da:

“PYD ji sala 2012an ve hatiye ceribandin. Em wekî PDK-Syê ti carî ji hilbijartinên pak û şefaf natirsin. Em van hilbijartinan boykot dikin.

Çimkî li ser bingeheke yasayî biryar li ser hilbijartinê nehatiye dayîn.

Xelkê me û ENKS beşdarî hilbijartinan nebûye em ne şirîkên biryarê ne.

Em naxwazin beşdarî hilbijartinan bibin û rewatiyê bidin Rêveberiya Xweser, çend endamên me di zindanên Rojavayê Kurdistanê de ne.”

“Propagandayeke reş heye”

Dilbixwîn Dara ji Salih Gedo pirsî “Tê gotin ku di hinek komûnan de hinek kes hene ji xelkê re dibêjin, ‘Eger hûn dengê xwe nedin û neçin ser sindoqan, em dê av, nan û gaz nadin we’, we jî ew tişt bihîstine?"

Salih Gedo diyar kir ku wan ti tiştekî wisa nebihîstiye û wiha got:

"Em li qadan in. Ev propagandayeke reş e ku mirov behsa wê bike şerm e û ti bingehê wê nîne.

Ev daxuyanî bi ti awayî xizmetê ji yekîtiya miletê me re nake."

Ednan Bozan jî di dawiya axaftina xwe de wiha got:

"Em wekî partiyeke ku di nava ENKSyê de ne beşdarî hilbijartinan nabin ku ku tê de biryarên me yên siyasî nebin.

Bi hilbijartinên şaredariyan re em îro nikarin li qadan guherîneke rast û durist ava bikin."

Mafê 3 milyon kesan ê dengdanê heye

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst