Li Îzmîrê 6 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

05-06-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Operasyon Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îzmirê bi hinceta “propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, bi hinceta ku li ser medyaya civakî “propagandaya PKKyê” kiriye derbarê 10 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên ewlehiyê yên Îzmîrê, îro serê sibehê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de bi ser malan de girt û 6 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê 6 kesên ku hatibûn desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Îzmîrê.

Ji bo girtina 4 kesên din jî xebatên hêzên ewlehiya Tirkiyeyê berdewam dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst