Li Mêrdînê 50 donim zevî şewitî

05-06-2024
Nîşan Mêrdîn Şewat Zevî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Şemrex û Qoserê yên parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê agir bi zeviyên çandiniyê ket û 50 donim zevî genim şewitî.

Li gundên Teraşî û Meşkoka Mezin ên Qoserê û gundê Dêşanê yê Şemrexê ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyên genim û ceh ket.

Agir ji ber ba di nav demeke kurt de belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastinê yên sivîl çûn cihê bûyerê.

Tîman dest bi xebatên vemirandina agir kir û piştî demekê agir hat vemirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst