Xizmên Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê ji Rûdawê re: Hebûna 4 Kurdan di kabîneyê de girîng e

05-06-2023
Ali Haydar Gozlu
Xizmên Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê ji Rûdawê re: Hebûna 4 Kurdan di kabîneyê de girîng e
Xizmên Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê ji Rûdawê re: Hebûna 4 Kurdan di kabîneyê de girîng e
Nîşan Cevdet Yilmaz Çewlig Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê
A+ A-

Çewlig (Rûdaw) - Xizm û gundiyên Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz ji Rûdawê re behsa Cevdet Yilmaz kirin û diyar kirin ew bi hilbijartina wî kêfxweş in ku dikare karekî serkeftî bike û hebûna 4 Kurdan di kabîneyê de girîng e.

Di kabîneya nû ya Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê de Cevdet Yilmaz ji bo posta Cîgirê Serokkomarê Tirkiye hat diyarkirin ku Kurdekî ji parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Gundê Şavvunê ye ku Cevdet Yilmaz lê ji dayik bûye û tenê 17 kîlometreyan dûrî navenda parêzgehê ye.

Yek ji xizmê Cevdet Yilmaz amaje bi wê yekê dide ku hêvîdar in kabîneya nû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bike û Cîgirê Serokkomar jî wê roleke girîng bilîze.

Xizmê Cevdet Yilmaz, Kemal Burulday got, “Cevdet Yılmaz, li me hemûyan pîroz be. Kesekî serkeftî bû, ji dibistana seretayî heta zanîngehê her tim yekem bû. Li Amerîkayê staja xwe kir û Zanîngeha Bilkentê bi pileya yekem qedand. Pir baş e ku 4 wezîrên ji Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Anatolyayê ne. Her 4 wezîr jî rast û serkeftî ne. Ez hêvî dikim ku aboriya lawaz çareser bikin.”

Xizm û gundiyên Yilmaz bi hilbijartina wî kêfxweş in. Dibêjin beriya niha jî bo nîştecihên gundê xwe xizmet kiriye û kesekî baş e ku dikare karekî serkeftî bike.

Xizmê Cevdet Yilmaz, Huseyin Burulday anî ziman, “Cevdet Yilmaz ev ax da me. Me jî mala şînê jî lê ava kir. Gundî li vir şîna xwe datînin. Xelkê rehet kir. Erdên xwe yên li gund da me ku em biçînin.”

Gundiyê Cevdet Yilmaz, Ramazan Bulmuş li ser gundiyê xwe got, “Cevdet Yilmaz gundiyê me ye, di hemû şînan de tê û em hev dibînin. Em gelekî kêfxweş bûn, Xwedê serkeftinê bide wî.”

Cevdet Yilmaz sala 1967an li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û li Zanîngeha Bilkentê ya Enqerê doktora di zanistên siyasî de wergirtiye. Pênc xulan li bazneyên Çewlig û Amedê parlamenterê AK Partiyê bûye û 2016an bûye Cîgirê Serokwezîrê wê demê. Bavê du keç û kurekî ye û bi zaraveyên zimanê Kurdî, Kurmancî û Zazakî, Tirkî û Ingilîzî dizane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst