Endamekî Encûmena Bajarê Merîwanê hat girtin

05-06-2023
RÛDAW
Nîşan Merîwan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê, Serokê Desthilata Dadê ya Parêzgeha Sineyê ragihand, endamekî Encûmena Bajarê Merîwanê û birayê endamekî din ê encûmenê bi tohmeta gendeliyê hatine desteserkirin.

Di rojên bihorî de Serokê Şaredariya Merîwanê û çend berpirsên şaredariyê bi tohmeta genedeliyê hatibûn desteserkirin.

Serokê Desthilata Dadê ya Parêzgeha Sineyê Hisên Hisênî roja Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an ragihandiye, Ji bo rûbirûbûna gedenliyê li parêzgeha Sienyê, endamekî Encûmena Bajarê Merîwanê û birayê endamekî din ên vê encûmenê hatine desteserkirin.

Hisên Hisênî diyar kir, ku hejmarek berpirsên Şaredariya Merîwanê di çend rojên bihorî de hatibûne desteserkirin û got, “Kesên ku hatine desteserkirin, rasterast û nerasterast nêzîkî 20 milyar tûmen bertîl wergirtine û wergirtina wî pereyî ji bo binpêkariyên di avakirina xanî û avahiyan de bûye.”

Bi gotina Serokê Desthilata Dadê ya Parêzgeha Sineyê, ew dê dosyeya gendeliyê ya li Şaredariya Merîwanê bişopînin û destnîşan kir, lêpirsîn bi kesên desteserkirî re berdewam e û ew mijûlî lêkolînên zêdetir in daku hin tohmetbarên din jî desteser bikin.

Roja 30-05-2023, Desthilata Dadê ya Sineyê ragihandibû, Serokê Şaredariya Merîwanê û hejmarek endam û rayedarên şaredariya bajêr ji ber gendeliyê hatine desteserkirin û lêpirsîn bi wan re berdewam e.

Hisên Hisênî wê demê jî got, “Li gor lêkolînan, kesên desteserkirî pere ji wan kesan wergirtine ku bê destûr xanî ava kirine, yan li derdora bajarê Merîwanê guhertinên neqanûnî kirine.”

Heftiya bihorî, 8 endamên Encûmena Bajarê Pîranşarê li parêzgeha Urmiyê jî bi tohmeta gendeliyê hatibûn desteserkirin.

Berê jî hejmarek fermanberên Şaredariya Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi tohmeta gendeliyê hatine desteserkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst