Deriyê Pêşabûr-Sêmalkayê piştî 2 hefteyan hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Pêşabûr–Sêmalkayê yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de îro Duşemê piştî ku bêhtirî 2 hefteyan girtî ma careke din hat vekirin.

Rêveberiyên Deriyê Sînorî yê Pêşabûr–Sêmalkayê yên li her du aliyan ragihandine ku êdî derî li ber çûnûhatina welatî, rêxistin û tevgera bazirganî weke berê hatiye vekirin.

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê 11 Gulana 2023an biryara girtina derî dabû û ragihand, ji ber ku aliyeke siyasî ya Rojavayê Kurdistanê derî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar tîne wan biryara girtina derî daye.

Îro Duşemê 5ê Hezîrana 2023an Deriyê Sînorî yê Pêşabûr–Sêmalkayê ji bo çûnûhatina welatiyan ku dê di nava hefteyê de 3 roj bin hat vekirin.

Aliyên siyasî yên ENKSê kêfxweşiya xwe derbarê dubare vekirina wî deriyî nîşan didin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Nafii Ebdella li ser vekirina derî got, “Miletê me ji bo vekirina derî kêfxweş e, ji ber ku xelkê me yê li Ewropayê tên kesûkarên xwe dibînin her wiha xelkê me yê li Kurdistanê gelek caran tên û xelkê Kurdistana Sûriyê jî derbas dibin dibin û mirovên xwe dibînin. Rehetiyekê li cem milet çê dike. Hêviya milet ew e ku derî vekirî bimîne û dûrî nakokiyên siyasî be. Ji ber ku Cenabê Serok Barzanî ev derî ji bo xizmeta xelkê vekir.”

Derbarê dubare vekirina Deriyê Pêşabûr–Sêmalka, serkirdeyekî partiyekê ji Rêveberiya Xweser, dibîne ku vekirina derî gaveke baş e ji bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê, li ser hemû astan û di hemû waran de.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî ya Sûriyê Ciwan Ebdulkerîm Siko jî anî ziman, “Em vê biryareke di cih de û baş dibînin. Ji ber ku em dizanin derdora Rojavayê Kurdistanê dorpêç kiriye, ji aliyekî rejîm, ji aliyekî ve çeteyên bi Tirkiyê ve girêdayî lewma gelek zehmetiyan dibîne. Deriyê Pêşabûrê deriyekî reîsî ye û hemû kelûpelên jiyanê yên wek derman, şîrê zarokan, yên avahîsaziyê tê re derbas dibin.”

Deriyê Sînorî yê Pêşabûr–Sêmalkayê roja Pêncşemê 11ê Gulana 2023an ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hate girtin.

Yekem car, piştî alozbûna rewşa ewlehî, leşkerî û aborî ya li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, 6ê Çileya 2013an bi biryareke Serok Mesûd Barzanî Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hate vekirin.