HSD: Endamekî me li Minbicê di teqînekê de canê xwe ji dest da

05-06-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Aslan Alkan Emar Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanekî wan li Minbicê di encama teqîne mînekê de canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di 2yê Hezîrana 2023an de şervanê wan Emar Ehmed bi nasnavê Aslan Alkan li Minbicê di encama teqîna mînekê de jiyana xwe ji dest daye.

HSDê di daxuyaniya xwe de wiha got “Rêhevalê me Aslan li bajaroka El-Erîma ya dikeve rojavayê bajarê Minbicê, dema ku di nava refên Meclîsa Leşkerî ya El-Babê de erka xwe ya leşkerî dikir, di encama teqîna mayînekê de gihişt asta şehadetê.”

Li gorî daxuyaniya HSDê Emar Ehmed ku wek Aslan Alkan tê naskirin di sala 1991an de li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji malbateke Ereb ji dayik bûye.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat HSDê otombêla şervanê wan yê bi navê Emar Ehmed li gundê Erîme yê Minbicê hatibû teqandin û wî şervanî canê xwe ji dest dabû.

Emar Ehmed ku bi navê Eslan Alkan dihat naskirin, ji bajarê Serê Kaniyê bû, endamê Encûmena Serbazî ya Bajarê Minbicê bûye.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst