Xelkê Hesekê ji bo dabînkirina gaza malan xwepêşandan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo dabînkirina gaza mala xwepêşandan hat kirin

Li Hesekê krîza bidestnexistina cerê gazê rû daye. 7 hezar cer hatine dizîn û diz reviyane. Herwiha hat ragihandin ku diz jî bi xwe berpirsên ceran bûne.

Li taxa Nişwe ya Hesekê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, welatiyan ji bo bi destxistina cerên gazê xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderên jin rêya sereke girtin û çûn û hatina otomobîlan rawestandin.

Berî niha jî çend xwepêşandan çêbûbûn ji bo ku bikaribin cerên gazê bibin lê ew çalakî bê encam mabûn.

4 kesên ku berpirsiya cerên xazê dikin 7 hezar cer gazê dizî bûn, asayîşê yek ji wan girtibû, her sê kesên din jî reviya bûn.

Piştre asayîşê 1800 cêr vegerandibû, lê 5200 cer heta niha jî wenda ne.