Çîroka yekem Kurdê Rojavayê Kurdistanê yê çûye Almanyayê: Xalê Cim

Bonn (Rûdaw) - Xalê Cim an Cim Hadî ku Kurdekê Êzdî ye û ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, yekemîn Kurdê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye ku çûye Almanyayê.

Xalê Cim di sala 1962yan de yanî 61 sal berî niha bi xwişka xwe ya bi navê Xezal Sîdo re çûne Almanyayê.

Weke ku Xalê Cim ê 94 salî dibêje berî wî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kesek neçûye Almanya. Ew herdu xwişk û bira yekem kes in ku Rojavayê Kurdistanê çûne Almanyayê û li Bajarê Bonnê bi cih bûne.

Malbata Xalê Cim malbateke Kurd a welatparêz e û her Kurdekî ku ji Kurdistanê biçûya Almanyayê hertim deriyê wan ji bo Kurdan vekirî bûye. Herwiha di dema Şoreşa 1975an a Başûrê Kurdistanê de Xalê Cim mala xwe kiriye weke depoyeke dermanan û ji bo şoreşê derman şandine.

Xalê Cim ku niha li bajarokê Meckenheim ê Bonnê bi hevjîna xwe Diya Zerdeş re dijî ji pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara re behsa çîroka xwe dike.

Xalê Cim ji pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara re diyar kir ku ew di sera sala 1961an de bi trênê hatiye Almanyayê û got “Li vê derê ji bilî me Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tinebûn. Tirk li bajarên din pir bûn lê bajarê Meckenhemê kes tine bûn.”

Li ser karê xwe yê yekem Xalê Cim dibêje ku wî di avahîsaziyan de kar kiriye û heftane 5 Markên Almanî wergirtiye ku wê demê gelek bi nirx bûye.

“Li Bonnê Newroza ewil me li dar xist”

Xalê Cim da zanîn ku ew û xwişka xwe Xezal Sîdo li bajarê Bonnê yekem car wan Newroz çêkirine û wiha dibêje “Li bajarê Bonnê Newroza ewil min û xwişka xwe me çêkir. Millet gelek hatin.”

Herwiha Xalê Cim diyar kir ji ber ku dihatin girtin û belege û pasaportên wan ji wan dihat stendin ji sala 1962yan vir ve careke tenê çûye Efrînê.

Ji bo Şoreşa 1975an derman şandine

Nivîskar Îbrahîm Şitlo li ser Xalê Cim wiha dibêje “Mala Xalê Cim taxa Kurdan bû. Çi Kurdên me yên Rojava ku bihatana Almanyayê, gerek bihatana mala Cim. Problema wan, derd û kulên wan kulên wî bûn. Rê li ber wan dikir, alîkariya wan dikir. Tê bîra min hîna beriya ku ez werim gelek tişt li ser wî dihatin gotin. Digotin feqîran li mala xwe ti carî ew û xêzana xwe û zarokên bi tenê nediman. 5, 6, 10 Kurdên me li mala wî radizan, xew dikirin, xwarin, vexwarina wan dida, karên wan, problemên wan ên li ba hikûmetê, li ba polîsan çi hebûn rêberê wan her dem Xalê Cim bû. Xalê Cim jî, xwişka wî jî malbateke welaparêz bû, hez ji miletê Kurd dikirin. Ferqê jî nedikirin navbera Kurdên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava. Kurd li ba wan Kurd bûn.”

Şitlo bal kişand ser wê yekê ku di dema şoreşa 1975an a Başûrê Kurdistanê de mala Xalê Cim weke depoyeke dermanan bûye û ji bo şoreşê derman şandine û wiha berdewam kir “Mala wan carna dibû depo ji bo dermanan. Derman kom dikirin ji bo şoreşa 1975an dişandin. Mala wan depoya dermanan bû. dostên wan ên Alman hebûn. Bi welatparêziya xwe hema bêje ew dostên Alman jî Kurd in.”

Xalê Cim da zanîn ku ew di sala 1947an de ji bo kar çûye Filistîn û li ser sînorê Misrê rêyan çêkirinê piştî ku dîtiye karê wê derê zehmet e di sala 1962yan de lêxistiye çûye Almanyayê.