Li Amasyayê termê yek ji kesên ku li ber lehiyê çûbû hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amasyayê yê Tirkiyê termê yek ji welatiyên ku li ber lehiyê çûbû hatî dîtin û karûbarên lêgerîna welatiyeke din a jin  berdewam in.

Li  gor zanyariyan  îro roja Dûşemê 5ê Hezîrana 2023an li gundê Kizilkişlacik ê Amasyayê welatiyên bi navên Murat E., Zîlal Ş. û hevjînê wê Serkan Ş. çûn seyranê, lê piştî baraneke bihêz lehî rabû û hersê welatî bi otomobîla xwe ve li ber lehiyê çûn.

Serkan Ş. bi hewildanên xwe xwe rizgar kir, lê hevjîna wî û Murat .E li ber lehiyê çûn û winda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Di  encama xebatan de termê Murat E. 150 metreyan dûrî cihê ku li ber lehiyê çûbû hat dîtin.

Hat ragihandin ku karûbarên lêgerîna Zîlal Ş. Jî berdewam in.

Ev çend pêleke baranbarînê li beşek ji parêzgehên Tirkiyê destpêkiriye û barana zêde dibe sedema lehiyan.

Herwiha li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barîna baranê berdewam e û li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiye dê bo dema hefteyekê berdewam be. Hişyariya lehiyê hatiye dayîn ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.