Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin

05-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kolber Kurd Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li ser sînorê qezaya Baneyê li Rojhilatê Kurdistanê hêzên parastina sînor ên Îranê teqe li hejmarke kolberan kirin û di encam de kolberekî canê xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva borî li ser xala sînorî ya Zelê ya navçeya Baneyê, hêzên parastina sînor ên Îranê teqe li hejmarek kolberên Kurd kirin û di encam de kolberekî ciwan ê bi navê Huşyar Hesenzade bi dijwarî ji ser û singa xwe birîndar bû.

Rêxistinên çavdêriya mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihandine ku Huşyar Hesenzade temen 20 salî ye, piştî ku birîndar dibe, ji bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Baneyê tê veguhestin, lê ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest daye.

Heta niha termê wî kolberî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Teqekirina li kolberan li ser sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e.

Li gor amarên ne fermî, di sala 2022an de 39 kolberên Kurd li ser sînoran hatine kuştin û 195 kolber jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst