Li Amedê 3 xwendekar di Çemê Dîcleyê de xeniqîn

05-06-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Çemê Dîcleyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 3 xwendekarên lîseyê di Çemê Dîcleyê de xeniqîn.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bidest xistine li bajarokê Kebê ser bi Amedê îro 4 xwendekarên lîseyê yên xwestibûn hênik bibin ketibûn Çemê Dîcleyê, 3 ji wan xeniqîn.

Hate zanîn ku 4 xwendekarên Lîseya Valî Aydin Aslan ji bo ku biçin Amedê ji malbatên xwe destûr xwestin.

Li nêzî bajarokê Kebê yê girêdayî Amedê 4 xwendekarên ji bo ku xwe hênik bikin ketibûn Çemê Dîcleyê 3 ji wan bi avê de çûn yek jî karibû ji avê derkeve.

Li ser agahdarkirina xwendekarê ku ji avê derketibû gundî hatin cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyên ku muxtarê gund daye 2 demjimêr berê agahiya AFADê pê xistine lê belê tîmên AFADê nehatine cihê bûyerê.

Gundî bi derfetên xwe gihiştin ciwanên ku di avê de winda bûn. Cenazeyên 3 ciwanan di destpêkê de şandin nexweşxaneyê û piştre jî ji malbatên wan ên li bajarên derdorê dijîn re şandin.

Nasnameyên ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Yunus Vural ji Nisêbînê, Enes Can ji Şirnexê û Osman Yetîşkîn ji Farqînê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst