Nûçegihanê Rûdawê xelat wergirt

05-06-2022
RÛDAW
Nîşan Domane 38 Rûdaw Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma "Domane 38" ku ji aliyê nûçegihanê Rûdawê Elî Heyder Gozlu ve hatiye amadekirin û tê de behsa Komkujiya Dêrsimê hatiye kirin, ji aliyê Sazmana Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) ve hat xelatkirin.

Rûdawê di pêşbirka “Rojnamegerên Serkeftî yên Salê” de ku ji aliyê Sazmana Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) ve cara 36emîn e tê lidarxistin, xelata “mansiyonê” wergirt.

Elî Heyder Gozlu piştî wergirtina xelat ji Rûdawê re axivî û got, “Fikra belgefîlma Dersim 38 ya Rêveberê Giştî yê Rûdawê Birêz Ako Mihemed e. Wî ji bo ku Komkujiya Dêrsimê bi cîhanê were nasandin, xebateke bi vî rengî ya dokumenterî xwest. Piştî xebateke 6 mehan min û Firat Kelehkî me ev belgefîlm temam kir.

Piştî ku belgefîlm bi dawî bû, min careke din fêm kir ku xebata me çiqas girîng e. Ji ber ku Komkujiya Dêrsimê birîna me hemûyan e. Di vî warî de ez spasiya hevalên me yên ku keda xwe dane vê belgefîlmê dikim."

Domane 38 behsa şahidên dawî yên ji Komkujiya Dêrsimê dike

"Domane 38" (Şahidên Dêrsimê) ku Elî Heyder Gozlu amade kiribû, par di Rûdaw TV de hatibû weşandin.

Orjînala belgefîlma ku girtina wê nêzî 6 mehan dewam kir, bi zaravayê Kirmanckî (zazakî) yê Kurdî hatiye amadekirin. Belgefîlm ji aliyê tîma Rûdawê li ser platformên medyaya civakî bi dublaja bi zaravayên Kurmancî û Soranî, bi jêrnivîsa Tirkî û Erebî hat weşandin.

Di belgefîlmê de 15 şahidên komkujiyê serpêhatiyên xwe vedibêjin. Ji wan şahidên di belgefîlmê de dema komkujiyê yê herî biçûk 6 salî û yê herî mezin jî 13 salî bûye. Belgefîlma Domane 38 belgeyeke girîng e, ji ber ku şahidiya nifşa herî dawî ya ku Komkujiya Dêrsimê hate tomarkirin.

Muzîkên belgefîlmê ji aliyê Metîn û Kemal Kahraman û Alî Înanir ve hatin çêkirin.

Arşîva belgefîlmê ji aliyê Hasan Saltik ê ku di mehên bihurî de koça dawî kir ve hat dayîn û werger jî ji aliyê Kemal Yildiz ve hat amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst