Şandeke parlamenterên serbixwe yên Iraqê li Herêma Kurdistanê ye

05-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke parlamenterên serbxiwe yên Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kirin û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîn.

Parlamenterên serbxiwe yên Iraqî îro Yekşembê destpêkê serdana Serok Barzanî li bajarokê Selahedînê kirin û di hevdîtinekê de rewşa dawî ya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pirsgirêka avakirina hikûmeta nû ya welat hat gotûbêjkirin û şanda parlamenterên serbixwe yên Iraqê destpêşxeriyek ji bo rizgarbûna ji krîz û astengên di proseya siyasî ya Iraqê de pêşkêş kir.

Baregeha Barzanî herwiha daye xuyakirin, “di civînê de tekezî hat kirin ku domkirina krîza siyasî li Iraqê dê metirsiyeke ciddî li ser berjewendiya hemwelatiyan û istiqrara Iraqê çê bike.”

Şanda parlamenterên serbixwe yên Iraqî herwiha îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêşiya rêkeftina aliyên siyasî û pêkanîna hikûmetê û herwiha hewldanên ji bo çareserkirina rewşê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “armanca şanda parlamenterên iraqî yên serbixwe ji serdana bo Herêma Kurdistanê ev e ku bi Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî re civîn û gotûbêjan bikin, ji bo nêzîkkirina asliyên siyasî û dîtina rêyekê ji bo derketina ji girêka siyasî ya li Iraqê.”

Serokê Herêma Kurdistanê ji şanda navborî re ragihand, “em piştgiriya her hewldaneke çareseriyê dikin.”

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê bi şanda parlamenterên serbixwe yên Iraqî re, îro Yekşembê 5ê Hezîrana 2022.

Nêzî heşt mehan e hilbijartinên parlamentoya Iraqê hatine kirin lê belê ji ber nakokiyên navbera aliyên siyasî, heta niha kabîneya hikûemta nû nehatiye avakirin, û serokkomar û serokwezîr jî nehatine hilbijartin.

Piştî ku hewldanên hevpeymaniya sê alî ya di navbera Tevgera Sedir, Partiya Demokrata Kurdistanê û Hevpeymaniya Serwerî ya Sunniyan, ji bo hilbijartina serokkomarekî nû sernekeftin, ji ber nakokiyên kûr ên hevpeymaniya sê alî li gel Çarçoveya Hevahengiyê, niha proseya siyasî ya Iraqê rastî girêhişkekê hatiye û pirsgirêkên di navbera aliyan çaresernekirî mane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst