Rêveberiya Xweser 2 zarokên DAIŞê radestî Nemsayê kirin

05-06-2022
RÛDAW
Rêveberiya Xweser 2 zarokên Nemsayî yên malbateke DAIŞê radestî şandeke Nemsayê kir ku bi serdanekê çûbûn Rojavayê Kurdistanê.
Rêveberiya Xweser 2 zarokên Nemsayî yên malbateke DAIŞê radestî şandeke Nemsayê kir ku bi serdanekê çûbûn Rojavayê Kurdistanê.
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser DAIŞ Nemsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser îro 2 zarokên Nemsayî yên malbateke DAIŞê radestî şandeke wî welatî kir ku ji bo wergirtina wan zarokan çûbûne Rojavayê Kurdistanê.

Şanda Nemsayê bi serokatiya Nûnera Wezareta Karûbarên Ewropî û Navdewletî ya wî welatî Dorîs Fîda serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Şand ji aliyê Cîgira Hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Êliya ve hat pêşwazîkirin û herdu alî bi hev re civiyan.

Li gor medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, di hevdîtinê de rewşa koçberên di kampan de û gefên nû yên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Seroka Şanda Nemsayê di hevdîtinê de ji ber vegerandina her du zarokên Nemsayî spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Dorîs Fîda got: “Ez weke nûnera Wezareta Nemsawî ji bo Karûbarên Ewropî û Navdewletî, dixwazim spasiya Fermangeha Pêwendiyên Derve li Cizîrê bikim û hemû beşdarbûyên vê alîkariyê, di proseya nû-niştecîkirina du zarokên Nemsayî de, herwiha komkirina wan ligel malbatên wan li Nemsayê. Em bi germayî erkên kesayetî û statuyên ciyawaz dinirxînin, ku hiştin em alîkar bin ji bo bi serkeftin vî erkê mirovî pêk bînin.

Fîda herwiha qurbanîdana gelê Sûriyê û herwiha hêzên ku li dijî terorê û DAIŞê têkoşîn kirin, bilind nirxand û diyar kir: “Em vê derfetê buha dinirxînin ji bo pîrozkirina qurbanîdanên gelê Sûriyê, herwiha destxweşiyê li erkên hemû hêzên demokrat dikin, ku li dijî terorê rawestiyan û di şerê Rêxistina DAIŞê de berdewam in.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst