Nişteciyên Şehba û Minbicê: Herêmên me ji yên opozîsyona Sûriyê aramtir in

Hewlêr (Rûdaw) - Nişteciyên herdu herêmên Şehba û Minbic dibêjin ku herêmên wan ji navçeyên di jêr destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de aramtir in.

Hêzên Tirkiyê xwe ji êrîşeke nû re bo ser her du herêmên Minbic û Şehbayê amade dike. Ev daxuyaniyên berpirsên herî astbilind ên Tirkiyê ne. Li gorî wan daxuyaniyên Tirkiyê dixwaze wan navçeyan kontrol bike da ku wan “aram bike” û penaberên Sûrî vegerîne û li wan navçeyan niştecî bike. Lê nişteciyên wan herdû herêman nêrînên din nîşan diidin.

Qaziqlî Mihemed Silêman koçberekî Efrînî ye ku ji neçarî li herêma Şehbayê niştecî bûye. Ji Bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got, Şehba ji Efrîna li jêr destê Tirkiyê aramtir e.

Koçberê Efrînî Qaziqlî Mihemed Silêman dibêje: “Em dikarin bibêjin ku niha herêma Şehba ji sedî sed ji Efrînê aramtir e. Ev çar sal in ku me li Şehbayê ne û rewşê dibînin. Ji bilî êrişên wan bixwe rojekê jî li Şehbayê ti pirsgirêk çênebûne. Li Şehbayê aramî heye, lê weke hûn jî dizanin li Efrînê her roj talan, revandin û dizî hene.”

Ji nav bajarê Minbic jî, parêzer Mahir Ebas, ji heman bernameya Radioya Rûdawê re got, xelkê navçeyê rewşa Minbic bi navçeyên di jêr destê Tirkiyê de didin ber hev û aloziyên wan navçeyan bandorê li helwesta xelkê dikin.

Parêzer Mahir Ebas jî got: “Kes naxwaze leşkerên Tirkiyê bêne Minbicê. Di encama êrişê de kuştin, talan, revandin û girtin heye.”

Şeva Înê li ser Şemiyê, li bajarê Efrînê û çendîn bajar û bajarokên din ku di jêr destê artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê de ne, xwepêşandanên nerazîbûnê hatibûn kirin. Xwepêşanderan êrîşî kompanyaya Elektirîkê, baregehê Encûmena Xwecihî û Seraya Waliyê Tirk li Efrînê kiribûn. Xwepêşanderan dirûşmên li dijî Tirkiyê bilind kiribûn û daxwaza derketina wê ji navçeyê kiribûn.