Galeriya wêneyan

05-06-2022
36 Photos
RÛDAW

Îro li qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bi amadebûna Parêzgarê Duhokê Elî Teter û berpirsên din ên parêzgehê, di yekemîn salvegerê de pênc şehîdên Çiyayê Metîna bi merasimekê hatin bibîranîn.

Di 5ê Hezîrana 2021 de pênc pêşmergeyên Fermandariya Zêrevanî di dema paqijkirina Çiyayê Metîna ji bermahiyên bombe û teqemeniyan de şehîd bûbûn.

Kesên di wê bûyerê de şehîd bûn, nasnameya wan wiha bû; Îmad Marûf Mehmûd, Hejar Subhî Zikrî, Qaîd Reşîd Îsmaîl, Karwan Tofîq Teha û Ezwer Ebdurehman Mihemed.

Îro Yekşembê bi amadebûna Parêzgarê Duhokê Elî Teter, hejmarek rayedarên qezaya Amêdiyê û parêzgeha Duhokê, herwiha bi beşdariya malbat û xizmên şehîdan û beşek ji xelkê deverê, merasimek bo salvegera şehîdbûna wan pênc pêşmergeyan hat sazkirin.

 

Wêne: Nasir Elî / Rûdaw