Li Erdexanê xwendekaran jîngeh paqij kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erxexanê ya Bakurê Kurdistanê, bi helkefta Roja Jîngehê ya Cîhanê, xwendekaran jîngeh paqij kirin.

Rêveberiya Jîngeh û Bajarvaniyê ya Erdexanê bi helkefta Roja Jîngehê ya Cîhanê, rêze çalakî plan kirine û di vê çarçovê de nav parkên derdorê hatin paqijkirin.

Rêveberê Jîngeh û Bajarvaniyê yê Erdexanê Bahtiyar Topal dibêje: “Îro me ligel xwendekarên dibistanên bajarê xwe, li gelek parkan zibil komkir, ev ji bo zarokan jî dibe perwerdeyek. Divê her berdewam be.”

Ligel paqijkirina derdorê di Çemê Kurayê de werzîşvanan bo xwendekaran nimayîşeke raftingê jî kirin. 

Bahtiyar Topal herwiha got: “Hinek çalakiyên me yên din jî hene. Em dê rojekê jî çalakiyekê bikin û daran jî biçînin. Herwiha bi beşdarbûneke berfireh em dê çalakiyên xwe bidomînin."

5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek Hefteya Jîngehê hatiye ragihandin û di nav vê hefteyê de li piraniya parêzgehan bi armanca parastina jîngehê çalakî tên kirin.