Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Mark Bryson Richardson kir û di hevdîtinê de çendîn mijarên girêdayî Iraqê gotûbêj kirin.

Baregeha Barzanî ragihand, roja Yekşema 5ê Hezîrana 2022an li navçeya Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mark Bryson Richardson kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de Konsulê Brîtanyayê li Hewlêrê David Hunt amade bû û behsa pêngavên proseya siyasî ya Iraqê, kêşe û astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.

Di civînê de biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê û got, “Pabendbûna destûrê û diyalog çareseriya pirsgirêk û qeyranên Iraqê ye.”

Di derbarê rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê jî Serok Mesûd Barzanî pabendbûna xwe bi parastina mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Mark Bryson Richardson pabendbûna welatê xwe bi encamên serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Brîtanya û pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de dûpat kir.