Ji ber topbarana hêzên Tirkiyê xelkê Zirganê derbider bûn

05-06-2022
RÛDAW
Nîşan Zirgan Topbaran Derbiderbûn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber topbaran û mûşekbarana berdewam a hêzên Tirkiye ya li ser gund û navçeya Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, piraniya xelkê Zirganê derbider bûn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, Ji ber topbaran û mûşekbarana berdewam a hêzên Tirkiye bo ser gund û saziyên xizmetguzarî û navçeya Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, piraniya xelkê Zirganê ber bi navçeyên aram ve derbider bûn.

Herwiha li gor heman çavkaniyan tê texmînkirin ji sedî 85ê xelkê navçeya Zirganê ji ber topbarana hêzên Tirkiyê derbider bûne.

4ê Hezîranê jî, ji ber topbaran û mûşekbarana hêzên Tirkiyê ya li ser gundê Um el-Kêf li navçeya Til Temir li bakurê rojavayê Heseke 6 serbazên hikûmeta Sûriyê birîndar bûn, hevdem sentrala eliktrîka Til Temir jî ji ber topbarana hêzên Tirkiyê ji kar ket.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst