Konsulê Brîtanyayê: Em êrişa PKKê ya li ser Pêşmerge şermezar dikin

05-06-2021
RÛDAW
Nîşan Brîtanya PKK Gerîla Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Brîtanyayê peyamek belav kir û êrişa PKKê ya li ser hêzên Pêşmerge şermezar kir.

Di êriş û şerê Metîna de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn û Konsulê Brîtanyayê serxweşiyê li kesûkarên Pêşmerge dike.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê James Thornton li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got, “Ez êrişa îro ya li ser Pêşmerge şermezar dikim ku 5 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar bûne. Serxweşiyê li kesûkarên pêşmergeyan dikim.”

Wezareta Pêşmerge ragihandibû “Îro sere sibehê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

 

 

Hêzên Parastina Gel (HPG) jî berî niha ragihandibû, “Hêzên Iraq û PDK’ê yên ketin nava liv û tevgerê êrîşî kampên gerîla kirin. Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine.”

Berpirsê Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor red dike hêzên Iraqê li wî cihî bin û ji Rûdawê re ragihand, “Ti hêzeke pasewanên sînor ên Iraqê li wê navçeyê nînin û di şer de jî beşdar nebûne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek nû derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge belav kir û ragihand ku ew nizanin kê û çawa derb li Hêzên Pêşmerge daye.

Di daxuyaniyê de hatiye, piştî ku hêzên Pêşmerge “ketine qada kampa hêzên me yên li herêma Metîna bi armanca ku werin hişyarîkirin bi çekên şexsî gule bi hewayê de hatine avêtin.”

HPGê ragihandiye, “Ji wesahitên zirxî yek jê ku guh neda vê hişyariya me û tevgera xwe domandî piştre çawa derb lê ketiye ji aliyê me ve nehatiye tespîtkirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li ser şehîdbûna 5 Pêşmerge ragihand, “Bi tundî wan êrîşan şermezar dikin ku berî sibehiya îro çekdarên PKK li navçeya Metîna ya li tixûbê Amêdî li ser Pêşmerge kirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar dike, “Dûbare daxwaz dikin û hişyariyê dikin ku PKK êdî nebê sedema alozî û pişêwiyê, çekdarên xwe li tixûbên Herêma Kurdistanê dûr bixe û rêz li kiyan û îdare û sînorên Herêmê bigre û axa Herêma Kurdistanê neke pêgehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran û têkdana aramiyê, Hikûmeta Federaliya Iraqê jî divê li vî derbarî de erk û berpirsiyariya xwe bi cîh bike.”

Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî êrîşa li sînorê qezaya Amêdiyê ya li dijî Pêşmergeyan şermezar kiribû û daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê û partiyên siyasî kiribû ku li dijî êrişan yek deng bin.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge li çiyayê Metîna ji Rûdawê re ragihandibû, hêzên wan ketin “kemîneke PKKê” û diyar kir, “bi çekên giran ên wek roket, BKC, RPG û qenas êrişî Pêşmerge kirin û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn.” Serbest Lezgîn got jî, di encama wî şerî de hejmareke gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst