Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir

05-06-2021
RÛDAW
Kampa koçberan a Mexmûrê
Kampa koçberan a Mexmûrê
Nîşan Kampa Mexmûrê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê kampa Mexmûrê bomberan kir û li gor zanyariyan di encamê de 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Cîgirê Berpirsê Melbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê Reşad Gelalî ragihand, “Di bombebarana firokeyên Tirkiyê de bo ser Mexmûrê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.”

Serpereştyarê Mîhwera Mexmûr-Giwêr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku êrişa esmanî li nêzikî kampa koçberan a Mexmûrê bû û li gor zanyariyên piştrastkirî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.”

Li gor zanyariyan ew bombebarana Tirkiyê bi rêya firokeyên bêfirokevan bû.

Li gor medya nêzikî PKKê jî, “Tirkiyê bi firokeyên bêfirokevan kampa Mexmûrê bombebaran kir.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê gefa êrişekê bo ser Mexmûrê xwaribû û gotibû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin.

Li ser pirseke derbarê Qendîlê de Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê kir ku “du qendîl hene yek li Iraq û yek li Îranê, tevî ku aliyê li Îranê gelek lêdan li ser çê bû, ti encamek nehat wergirtin” got, “Piştî wê Qendîla duyem wek armanc hat diyarkirin.”

Di dewama gotinên xwe de Erdogan diyar kiribû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin û got, ew Mexmûrê wek hêlîna PKKê dibînin û li navenda bajar mezin dibe û eger ew destwerdanê nekin dê tim berfireh bibe.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî berî niha gotibû ew hewl didin di meselaya Mexmûrê de hevahengiyê li gel “birayên xwe yên Iraqî” bikin.

Akar meha Nîsanê jî di daxuyaniyekê de rexne li hebûna gerîlayên PKKê li Mexmûr û Şingalê girtibûn û gotibû, ew çaverê dikin ku “tişta pêwîst” bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst